ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 10 Nîsan 2019
- Rojev
*Uveyş Ocalan di destpêkê de li hemberî hevjînê xwe yê yekem ê ku jinek kuştiye derdikeve. Wê çavên xwe ji sûcê wî re negirt û li hemberî civaka paşverû û feodal serî hilda. Wê bi sekna xwe ya serhildêr û şerûd şopa xwe hişt. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje: "Bandora hêza dayikê, şerûdiya dayikê bû sedem ku ez li ser pirsgirêka jinan rawestim.”
*Endama Koordinasyona Kongreya Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Muna Yûsif Rewşa jinên Filestînê û bandora Şoreşa Rojava ya li ser kesayeta wan nirxand . Munayê got: "Jinên Filestînê hêz û îlhamê ji Şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê digirin."DÎMEN HEYE
*Mamoste Zozan Mihemed a ku bi pênûsa xwe pirtûk a bi navê 'Efrîn Name' li ser Berxwedana Serdemê nivîsandiye got:"Em ê her berxwedana Gelê Efrînê binivîsin." DÎMEN HEYE
*Nesrîn Nas diyar kir ku HDP tevî ku bê tifaq bû jî bi bloka AKP-MHP’ê daye windakirin û got: “Civakê bi hêza xwe bawer kir. Lê ji vir şûnde karê me kesî ne hêsan e. Ez wisa difikirim ku wê bloka AKP-MHP’ê fatura têkçûyinê li HDP’ê bibire. Ji ber vê divê HDP hêzên demokrasiyê her tim ligel xwe bigire.”DÎMEN HEYE
*Ji hevşaredarên Qersê ya HDP’ê Şevîn Alaca ya ji sedî 29,58 deng girt û piştî mazbata qezenc kir dest bi peywirê kir wiha got: “Hêviya gelê Qersê HDP ye. Me hilbijartin bi gel re bi rê ve bir, me bi hev re qezenc kir, em ê bi hev re bi rê ve bibin.”DÎMEN HEYE
*Çaya Kombu ya bi saya madeyên antîoksîdan li hember gelek nexweşiyan diparêze, por zindî dike, çerm xweşik dike, birînan baş dike, ji bo depresyonê jî baş e.
*Jinên Êzidî bal kişandin ser pîrozbahiyên Cejna Çarşema Nîsanê û wiha gotin: " Em cejna Rêber Apo pîroz dikin. Êdî em zilm û zorê qebûl nakin. Heta ku Reberê me azad nebe jinên Êzidî jî rizgar nabin."