Daxuyaniya parêzeran rastî astengiya polîsan hat

  • 17:21 9 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Parêzerên endamên OHD û ÎHD’ê yên xwestin li dijî tecrîdê  li ber Dadgeha Mêrsînê daxuyanî bidin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 
 
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Mêrsînê xwestin derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Dadgeha Mêrsînê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Polîsan bi hêceta “fermana dozgeriyê heye” daxuyaniya parêzeran asteng kirin. 
 
Li ser vê yekê parêzeran li baxçeyê dadgehê bi çalakiya rûniştinê rewşê protesto kirin. Parêzer Mehmet Altundaş di kêliya çalakiyê de axivî û bertek nîşanî helwesta polîsan da.  
Parêzer piştî çalakiya rûniştinê bi lêdana çepikan astengiyê protesto kirin û ji ber dadgehê veqetiyan.