'Nedayîna mazbatayan rê li ber rageşiyê vedike'
- 17:11 9 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan got ku li gel 9 roj di ser hilbijartinê de derbas bûye jî mazbatayên xwe wernegirtine û wiha got: “Divê her kes ji encamên hilbijartinê re rêz bigire. Nedayîna mazbatayan rê li ber rageşiyê vedike."
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci li gel hevşaredarên navçeyên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt, Hevşaredarên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz û Medenî Ozer û Hevşaredarên Tuşbayê Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz bi daxwaza mazbatayên xwe werbigirin daxwazname dan Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.
Piştî serlêdanê li ber Dadgeha Wanê, Hevşaredar Bedîa daxuyanî da û diyar kir ku li gel 9 roj di ser hilbijartinê de derbas bûye jî mazbatayên xwe wernegirtine û got: “Divê her kes ji encamên hilbijartinê re rêz bigire. Nedayîna mazbatayan rê li ber rageşiyê vedike.”