Parêzerên Abdullah Ocalan cara 805'emîn serî li dozgeriyê da

  • 16:24 9 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 805’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin. Parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Nevroz Ûysal bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 805’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 803 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û her tim bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye" “Koster xera be ye" û “OHAL” heye serlêdana parêzeran hat redkirin.