Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Gebzeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

  • 15:19 9 Nîsan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kirin. 
 
Girtiyên siyasî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyan li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê dest bi nobetê kirin. Malbatan piştî hevdîtina vekirî ya bi zarokên xwe pêk anîn, dest bi nobetê kirin. 
 
Malbatên girtiyan diyar kirin ku heta greva birçîbûnê bi dawî bibe dê li vir nobetê bigirin û wiha gotin: "Em naxwazin mirina zarokên xwe temaşe bikin. Divê peywirdarên dewletê dawî li bêdengiya xwe bînin."