'743 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne!'
- 12:26 9 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD a Amedê diyar kir ku Tirkiye peymanên navneteweyî bin pê dike û wiha got ku: “Herî kêm 743 zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne.”
Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê derbarê zarokên ku tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha wan tespît kirine ku 743 zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne.
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku zarokên ku bi dayika xwe re di girtîgehê de ne xetereye û wiha hat gotin: "Jina girtî ya bi navê Şukran Îrge tevî 2 zarokên xwe di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Şukran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û dadgehê serlêdana wê qebûl kiriye û biryar daye ku di warê zagonî de hin sererastkirin werin kirin. Lê ligel vî tiştî jî bi sedan zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne. Zaroka bi navê Avşîn Ûsanmaz a 16 mehî, 6 meh in tevî dayîka xwe di girtîgehê de ye û nexweşiya Hemanîjom pê re heye. Ji bo dermankirina zarokê û ji bo ku têkiliya wê ya bi dayika wê re qut nebe, taloqkirina girtina diya wê hatiye redkirin. Vê biryara redkirinê li dijî peymanên navneteweyî ne, yên ku Tirkiye jî ev peyman qebûl kirine."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku nayê qebûlkirin ku zarokeke nexweş di girtîgehê de were ragirtin û bang li rayedaran dikin ku ji bo zarok karibin di şertên guncav de jiyana xwe bidomînin, bila di warê zagonî de gav bên avêtin.