Li Mexmûrê koma 39'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 11:45 9 Nîsan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Jibo şikandina tecrîda girankirî ya liser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ku ev demek dirêj e berdewam dike piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ya li Mexmûrê didome.  Çalakiya gireva birçibûnê ya bê dem û bi dorveger a  li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di roja xwe ya 117' an de berdewam dike.
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 153'an. Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome. Jibo şikandina tecrîda girankirî ya liser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ku ev demek dirêj e berdewam dike piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ya li Mexmûrê didome.  Çalakiya gireva birçibûnê ya bê dem û bi dorveger a  li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di roja xwe ya 117' an de berdewam dike. Îro saet di  08:30' an de li Saziya Malbatên Şehîdan koma 39’an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt. Merasima dewirgirtina çalakiyê bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. 
 
Li ser navê koma  38’an Yusuf Kara axivî û got : "Em bi çalakiyên ku îro bi pêşengtiya Leyla Guven li dar dixin, dixwazin aştî û azadî pêk werin. Wekî kom 38'an me xwest em ji vê berxwedanê re bibin çirûskek. Qehramantiya ku bi pêşengtiya berxwedêran  li seranserî Kurdistanê u derveyî wê tê meşandin qehramantiyek bê hempa ye. Loma em ji hêza xwe ya cehwerî bawer in, em bi îradeyek polayî li ber xwe didin û em bawer in em ê faşizmê hilweşinîn, ew bawerî,  ew îradeya me heye em bi vê berxwedana xwe, faşizmê ji binî hilweşinin û têk bibin. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên xwe ditewînin û çalakiyên ku îro li seranserî cîhanê ji bo şikandina tecrida ser Rêber Apo dewam dike silav dikin."
 
Çalakiya dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.