'Jin jiyan e jiyanê bi dawî nekin'

  • 09:11 9 Nîsan 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Necah Husên derbarê hemleya xwe ji ajansa me re axivî. Necahê got: "Em  wek Rêxistina Sara têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê û parastina mafê jinê û civakê didomînin. Jinan bi rêxistin dikin. Divê civak jî alîkariya me bike û em bi hev re li dijî tundiyê bisekinin."
 
Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê di 16'ê Adarê de hemleya li dijî tundiya li ser jinê û civakê dest pê kiribû û dê heta 25'ê Mijdarê bidome. Têkildarî mijarê de Endama Rêveberiya Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê Necah Husên axivî. Necahê diyar kir ku ew her têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê didin û wiha got: "Berî ku em hemleyê dest pê bikin me gelek semînerên hişiyarkirinê didin, lê belê tevî wê gelek jin rastî şidetê dihatin, loma me dest bi hemleyek dem demdirêj kir.  Armanca me ji Hemliyê jî ew e ku em jin û mêr bi hev re perwerde bikin û civakek ku tundiyê nake ava bikin."
 
'Armanca me parastina mafê jinê û hemû civakê ye'
 
Necahê anî ziman ku hemliya wan bi dirûşma' Jin Jiyan e, Jinê Nekujin' di 16'ê adarê de dest pê kir û dê heta 25'ê Mijdarê bidome û wiha got: "Her meh mijara semînerên me cuda dibe, herî zêde me girîngî dan gundan di aliyê semîneran de û bandorek êrênî pir li gel dibe. Semînerên me li  gund, bajarok, navçe û bajarên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi tevlîbûna bi sedan jin û mêran pêk tê. Her wiha li herêmên nû hatine rizgar kirin û kampên Koçberan bi giştî semîner tên dayîn.  Armanca me parastina mafê jinê û hemû civakê ye."
 
'Jin jiyan e jiyanê bi dawî nekin' 
 
Necahê di dawiyê ev tişt got: " Hemleya me didome, hêviya me ew e ku em karibin civakek wekhev û azad û bê şidet ava bikin, mafê jinan biparêzin. Em  wek Rêxistina Sara têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê û parastina mafê jinê û civakê didomînin. Jinan bi rêxistin dikin. Divê civak jî alîkariya me bike û em bi hev re li dijî tundiyê bisekinin. Berî ku em hemleyê dest pê bikin me gelek semînerên hişiyarkirinê didin, lê belê tevî wê gelek jin rastî şidetê dihatin, loma me dest bi hemleyek dem demdirêj kir.  Armanca me ji Hemliyê jî ew e ku em jin û mêr bi hev re perwerde bikin û civakek ku tundiyê nake ava bikin."