'Divê jin xwe bi rêxistin bikin û ji koletiyê xilas bibin'

  • 09:04 9 Nîsan 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR- Sirma Încî diyar kir ku zewac di çarçoveya ‘saziya ku hezkirin veguhertiye têkiliya aydiyetê’ nixandin ne raste û got jinên li dijî ferzkirina mehrê û rolên zayenda civakî derdikevin, jinan tenê dihêle. Sirma, destnîşan kir ku divê jin xwe bi rêxistin bikin û xwe ji koletiyê xilas bikin.
 
Sirma Încî ku kafeyê dide xebitandin, tecrîda bi keça xwe ya ku beyî bizewice aniye dinê jiyaye ve vegot. Sirmayê diyar kir ku hezkiriyê xwe di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û ji ber mehra wê tunebûye hatiye îzolekirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber ku me bi zanetî mehra fermî çenekir û me nexwest em bikevin nava têkiliyên perê û debarê. Tişta ji bo me girîng jiyana hevpar bû. Lê pîştî ku min hezkiriya xwe winda kir, ev tişt xirab bû. Nêzîkatiya civakê ya li hemberî min pir xirab bû. Ez gelek pirsgirêkan re rû bi rû mam."
 
‘Divê jin xwe birêxistin bikin' 
 
Sirmayê wiha got: “Ez bi pêşerojek anajşîst bawer dikim. Ez dixwazim keça xwe ya 4 salî jî li gorî vê mezin bikim. Ez bi dayik, xwişk û keça xwe re dijîm. Keça min mehek û nîv bû min hevjînê xwe winda kir. Li gorî me em zewicandibûn lê li gorî pergalê em ne zewicandî bûn. Me mehra xwe ne birî. Me ji hev hez dikir. Jiyana xwe ji dest da. Wesayît û keştiyek li ser hevjînê min bû. Divê min ew bigirta ser xwe, lê ji ber mehra me tunebû, min nîvê pereyê keştiyê da parêzer. Gelek belge ji min xwestin. Mixabin hezkirin û evîn beyî tescîla dewletê nayê qebûlkirin. Ev nêzîkatiyên bi wî şeklî mirovan bêzar dike. Li dijî nêzîkatiyên bi vî rengî divê jin xwe bi rêxistin bike û têkoşîneke hevpar bide meşandin.”
 
Sirmayê destnîşan kir ku mehra dewletê xwe wek garantîkirinê vedinasîne û pirsgirêkên esas têkiliyên aydiyetê diafirîne. Sirmayê diyar kir ku cureyê têkiliyek ku civakê qebûl nedikir, ji aliyê malbatên me ve hat erêkirin û wiha axivî: “Lê nefeqe nikare bê nîqaşkirin. Bi taybet jin li malê dixebitin û tu hebûna wan tune. Ji ber tescîla dewletê tune nayê qebûlkirin. Di destê dewletê de senaryoyên komîk hene. Dema ji hevjîn vediqetin wê çawa bijîn? Ger dewlet vê nede bêguman wê mêr bide. Divê jin xwe rêxistin bikin û ji koletiyê xilas bibin.”