'Divê gelê me li hember şerê taybet hişyar be û asta têkoşînê mezin bike'
- 09:01 9 Nîsan 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Endama Koordinisyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Leyla Mustefa geşedanên dawî nirxand. Leylayê got:"DAÎŞ, li Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê hîn hene. Ji bo bi dawî bibe têkoşînek hevpar lazim e."
Endama Koordinisyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Leyla Mustefa geşedanên dawî nirxand. Leylayê got:"Niha bi têkoşîna Gelê Kurd DAÎŞ têk çû. Lê divê ji bo DAÎŞ ji kokê de bi dawî bibe hemû dewletên li cîhanê li dijî helwest û dewleta tirk a li Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê bertek nîşan bide."
Leylayê avakirina YPJ' ê mîna rojeke nû ji jinên azad re pênase kir û wiha domand: "Berxwedana jinên Kurd û tevahî netewên din a li dijî dagirker û hêzên tarî mîna DAIŞ'ê matmayî hişt. Bi têkoşîna şervanan û keda cangoriyên azadiyê me hebûna xwe ya siyasî û diplomasî îsbat kir û nasnameya xwe wekî gelê herêmê parast. Hêzên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe polîtikayên xwe diyar dikin, lê me bi hêz û îradeya gel û şervanên azadiyê nexşeya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê diyar kir."
'Çi biryar bê îradeya gel û rêveberiyê were girtin nayê qebûlkirin'
Leylayê teqez kir ku çi biryar were girtin bêyî gelê Sûriyê ew temsîla wan nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Astana, Cenewre civîn bêyî ku îradeya hemû gelên li Sûriyeyê derxên holê çê kirin. Çi biryar bêyî îrade û hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelê Sûriyê bê girtin em qebûl nakin û hember hemû rengên êrîşan em ê ber xwe bidin."
'Gel wekhevî û demokrasî xwest'
Leylayê serkeftina HDP ê bi bîr xist û wiha pêde çû: "Daxwaza gel rêveberiyeke demokratîk û wekhevî ye, lewra AKP li Tirkiyeyê têk çû û HDP bi ser ket. Êdî gel têgihiştiye ku bi domandina hêzên desthilatdar e pêşerojeke tarî nîşan dide. Gelê Tirkiyê dîwarê bêdengî û tirsê hilweşand û êdî gavan ber bi wekheviyê ve davêjin."
'Têkbirina DAIŞ'ê têkbirina AKP'ê ye'
Leylayê têkbirina DAIŞ'ê wekî têkbirina AKP' ê pênase kir û wiha got:"Têkbirina DAIŞ'ê ê li Baxozê di bingehê de têkbirina AKP ê bû. Em êrîşî tu kesî nakin, lê êrîşek were ser me jî em ê bê bersiv nemînin."
'DAIŞ tune nebû, li Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê zindî ne'
Leylayê got divê têkoşîneke zêdetir li hember DAÎŞ'ê bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "DAIŞ tune nebûye! Li Efrîn,Ezaz,Idlib û Cerablusê bicih dibin, ew jî di bin parastina Tirkiyê de. Xeteriya DAIŞ bi dawî nebûye û divê gelê me hember şerê taybet hişyar be û asta têkoşînê mezin bikin."