Li Edeneyê tundiya mêr: 3 kes hatin qetilkirin
- 11:59 8 Nîsan 2019
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê Mehmet O., hevjîna xwe Ayla O., baldûza xwe û bûrayê xwe kuşt û xesûya xwe jî birîndar kir.
Li Edeneyê Mehmet O., ku di serdema dev ji hev berdana hevjîna xwe Ayla O., de ye û baldûza xwe Reyhan û bûrayê xwe Îzzet Bahrî Î. kuşt û xesûya xwe Hacer Î. jî birîndar kir. Li gorî agahiyên hatin bidesxistin; li Navçeya Seyhana Edeneyê Mehmet O., bi malbata xwe re nîqaş kir. Nîqaş mezin bû û Mehmet O., demançeya bi xwe re digerand derxist û hevjîna xwe Ayla O., xesûya xwe Hacer Î., baldûza xwe Reyhan Î. û bûrayê xwe Îzzet Bahrî Î. gulebaran kir. Cîranên ku bûyerê bihîstin agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Mehmet O., jî ji cihê bûyerê reviya.
Bi ambulansan birîndaran rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû hewldana bijîşkan jî Ayla O., Rehyan û Îzzet Bahrî Î. jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina Hacer Î., jî li nexweşxaneyê dewam dike.
Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û ji bo kujer Mehmet O., bigire dest bi xebatê kir.