Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hat kirin
- 15:51 12 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amed û Xarpêtê bi daxuyaniyan bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyên jin û nexweş û xwest, astengiyên li pêşiya berdana wan bêne rakirin.
TUAY-DER'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, li Amedê ji bo azadiya jinên girtî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ku li ber edliyeyê hate dayin, işaret bi binpêkirina mafên azadî, jiyanê û tenduristiyê yên jinên girtî hate kirin û nerazîbûn ji taloqkirina berdana wan re hate nîşandan.
Hevseroka TUAY-DER'ê Emîne Kaya daxuyanî da û diyar kir ku girtiyên jin ên nexweş û bi temen nayên dermankirin, li gel ku mercê berdana wan afiriye jî hin girtî hîn jî bi dewamî li girtîgehê têne ragirtin. Emîne Kaya ji bo dermankirina girtiyên nexweş û rakirina astengiyên li pêşiya berdana wan bang kir.
Emîne Kaya destnîşan kir ku azadiya jinê ji mercên bingehîn ên aştiya civakî ye û got, "Aştiyek ku jin tê de nebe, îradeya jinê bi rengekî azad lê tine be, nikare bibe aştiyeke civakî."
Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekîn jî anî ziman ku binpêkirina mafên jinên girtî parçeyek ji tundiya li hemberî jinê ye û got, nabe ku mafê jiyanê û azadiyê yê girtiyan bê taloqkirin. Piştî daxuyaniyê jinan name ji girtiyên jin re şandin.
Li Xarpêtê bal bir ser rewşa girtiyên nexweş
Nûnertiya Xarpêtê ya TUAY-DER'ê jî li Garaja Xozadê bi daxwaza "azadiya girtiyên nexweş" daxuyaniyek da. Rêvebera Bajarê Xarpêtê ya DEM Partiyê Berfîn Bîlîn daxuyanî da û girtiyê nexweş Tuncer Saglam bi bîr xist ku 9'ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da.
Berfîn Bîlîn anî ziman ku Saglam nehate dermankirin, li gel nexweş jî bû nehate berdan û got, divê dawî li astengkirina dermankirinê û mirina li girtîgehan bê anîn.
Berfîn Bîlîn ji bo berdana girtiyên nexweş û rakirina astengiyên îdarî û qanûnî yên li pêşiya berdana girtiyan bang kir.







