Yalda Hekîm di Xelatên British Media Awards de xelat girt
- 15:35 12 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Erkdara Sky News rojnamevan û pêşkêşvana Efganî, Yalda Hekîm, di Xelatên ‘British Society of Editors’ ya 2026’an de di katagoriya Rojnamevanê Medyaya Civakî yê Salê de xelat girt.
Erkdara Sky News rojnamevan û pêşkêşvana Efganî, Yalda Hekîm, di Xelatên Azadiya Medyayê yên Komeleya Edîtorên Kayaniya Yekbûyî (UK Society of Editors) hatî li darxistin de di kategoriya ‘Rojnamevanê Medyaya Civakî yê Salê’ de xelata ‘Hêjayî Pesnê’ (Highly Commended) wergirt.
Li gorî lîsteya fermî ya serketiyan a merasîma ku roja Çarşemê 11’ê Mijdarê li Londonê hat lidarxistin, Mimi Yates ji rojnameya ‘Daily Mail’ di vê kategoriyê de pileya yekem girt, Yalda Hekîm ji Sky News jî bi xelata ‘Hêjayî Pesnê’ hat xelatkirin.
Yalda Hekîm ku li Kabulê ji dayîk bû, paşê koçî Avusturalya kir, li wir wê pîşeya xwe ya profesyonel di rojnamegeriya navneteweyî de domand. Di sala 2023’an de tevlî Sky News bû û niha bernameya bi navê The World with Yalda Hakim (Cîhan bi Yalda Hekîm re) pêşkêş dike.







