Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya 703'emîn li dar xistin

  • 13:04 30 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe ya hefteya 703’yan de li aqûbeta Mehmet Yildiz ê li Pasûrê hatiye windakirin pirsîn. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 703’yan de domandin. Xizmên Windakiriyan çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê  li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin rakirin. 
 
Di çalakiye de ewilî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û bi lêv kir ku li bajarên Kurdistanê hestiyên mirovan dertên. Abdullah, bi domdarî anî ziman ku tevî her astengiyan jî xizmên windakiriyan çalakiya xwe domand û wiha got: “Ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an heta niha şerekî giran heye. Di encama şer de ji hêzên gerîla û yên dewletê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha xweza hat talankirin. Rêya bidawîkirina vî şerî, demokrasî û aştî ye.”
 
Serpêhatiya Mehmet Yildiz
 
Piştre jî Endama Komisyona Xizmên Windakiriyan a ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Mehmed Yildiz vegot ku di sala 1992’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibû windakirin. Derya, anî ziman ku Mehmed Yildiz zewicî bû û wiha got: “Ji bo debara malbata xwe li Mêrsînê dixebitî. Ji bo serdana malbata xwe vegeriya Pasûrê û di wan deman de hate windakirin. Birayê Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê qehwexaneyek dixebitand. Polîs çendek caran çûn qehwexaneyê, nasname jê xwestin û lêgerîn kirin. Li wir navê Mehmet Yildiz pirsîn. Li ser vê yekê jî Kemal Yildiz vedigere malê û birayê xwe agahdar dike. Mehmet Yildiz dema dibihîse polîs li wî digerin, ji Amedê derdikeve.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Derya Yildirim da zanîn ku Mehmet Yildiz di 22’yê tîrmeha sala 1994’an de dema ji Amedê ber bi Pasûrê ve dikeve rê, li ser rêya Hezroyê li gundê Karacakoy rastî noqteya lêgerînê ya cendirmeyan tê û wiha qedand: “Li vir tevî Mehmet Aktar û Mehmed Şîrîn tên binçavkirin. Leşker wan dibin Qereqola  Hezroyê. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nayên girtin. Malbata Yildiz ji bo dîtina wî her çiqas ketibe nava liv û tevgerê jî, tu encam bi dest nexistin.”