Dayika di Nobedeta Edeletê de: Ez ê bi tena serê xwe jî çalakiyê bidomînim

  • 09:04 29 Tîrmeh 2022
  • Rojane
WAN - Xizma girtiyê nexweş Aslihan Tîmur ku di Nobeta Edeletê ya Wanê de ye, li dijî rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bi Kovîd 19 ketine bang li rayedaran kir û got: “Em vê qebûl nakin. Êdî bes e. Gelo zarokên me çima nayên dermankirin? Çima hûn nabin nexweşxaneyan?Ez bêm girtin jî bêm qetilkirin jî ez ê çalakiya xwe bidomînim.”
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Bi taybet li girtîgehên herêmê jî binpêkirin her diçin giran dibin. Li girtîgehên ku girtî nikarin xwe bigihînin tu hewcedariyên xwe yên jiyanî, di demên dawî de bi zêdebûna Kovîd 19 re rewş her çû girantir bû.
 
Êşbirê didin girtiyan
 
Li gorî îdiayan li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê li girtîgeha vekirî ya li kampusa girtîgehê ye, hejmara kesên bi kovîdê ketine zêde bûye û xwarinên li wir tên xwarin jî ji aliyê xebatkaran ve li girtiyên girtîgeha Tîpa F, Elewhiya Bilind û Tîpa T jî hatine belavkirin û ji ber vê jî li bûyerên kovîdê zêde bûne. Hat diyarkirin ku li girtîgeha Tîpa F herî dawî 5 girtî bi vîrusê ketine, lê tevî vê îdara girtîgehê êşbir û antîbiyotîk dane girtiyan.
 
Sewqî nexweşxaneyê nakin
 
Jina bi navê Aslihan Tîmur li Wanê ji bo girtiyan di Nobeta Edeletê de ye û diyar kir ku kurê wê Botan Tîmur 7 sale girtiye û di hevdîtina telefonê ya heftane de diyar kiriye ku bi kovîdê ketiye. Aslihanê da zanîn ku nîşaneyên kurê wê agirê laş, vereşîn, bêhalî ye û piştî vê sewqî nexweşxanê hatiye kirin. 
 
‘Nahêlin ez kurê xwe bibînim’
 
Aslihanê destnîşan kir ku kurê wê 7 sal girtiye, bi hincetên cezayên  dîsîplînê ev 6 meh in kurê xwe nedîtiye û wiha dirêjî dayê: “Nahêlin ez kurê xwe bibînim. Ez tenê di telefonê de 10 deqeyan diaxivim. Kurê min di bin şertên tecrîda giran de têkoşîna jiyanê dide. Ji ber van binpêkirinan ev 9 meh in em di Nobeda Edeletê de ne. Çalakiya me ya demek dirêj li Baroya Wanê berdewam kir vê carê li ber Kampusa Girtîgeha Wanê, ATK û Edliyeyê didome.”
 
‘Girtiyan demildest berdin’
 
Aslihanê bi lêv kir ku rayedar li hember bangên wan bê deng in û ev bertek nîşan da: “Em ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin têdikoşin. Hemû bangên me bê bersiv tên hiştin. Wezîrê Dadê, serokomar û desthilatdarî polîtîkayên şer dimeşîne û bi van polîtîkayan bersivê dide me. Dibêjin zarokên we întîxar kirine lê em dizanin ku girtî dawî li jiyana xwe naynin. Zarokên me tên kuştin. Mirinên wan bi guman in. Berpirsê wan hene. Em vê qebûl nakin. Êdî bes e. Bila demildest girtiyên nexweş berdin.”
 
‘Heta aştî pêk neyê em ê çalakiyê bidomînin’
 
Aslihanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bêm girtin jî bêm qetikirin jî ez ê çalakiya xwe bidomînim. Em li ber girtîgeh, li ber nexweşxane û li ber edliyeyê çalakiya xwe didomînin. Ez tenê bimînim jî ez ê çalakiya xwe bidomînim. Armanca min aştî ye. Bila pevçûn bi dawî bin. Bila girtiyên siyasî bên berdan. Heta edalet pêk neyê ez ê çalakiya xwe bidomînim.”