‘Dem dema beralîkirina zîhniyeta înkarker e’

  • 09:03 29 Tîrmeh 2022
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol da zanîn ku divê komkujiya Zaxo ji rêzê neyê dîtin û banga peywirê li saziyên navneteweyî kir û got: “Divê zîhniyeta înkarker, şerxwaz, mêr bê beralîkirin. Êdî dema vê hatiye.”
 
Tirkiyeyê di 20’ê Tîrmehê de komkjiya Zaxo pêk anî û bertekên li dijî vê didomin. Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK), li ser daxwaza rûniştina lezgîn a Wezareta Karê Derve ya Iraqê di 26’ê Tîrmehê de civîn pêk anî. BMGK’ê beriya civînê daxyanî da, komkujî şermezar kir û got der barê lêpirsînê de ji bo merciyên Iraqê wê alîkariya pêwist bidin. Li aliyê din jî wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn jî di rûniştinê de mafê gotinê girt û got tespît kirine ku komkujî ji aliyê hêzên çekdarî yên Tirk (TSK) ve hatine kirin û ji bo Tirkiye ji axa Iraqê derkeve got divê BMGK biryara lezgîn bigire.
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol der barê êrîşa Tirkiyeyê ya li Zaxo pêk aniye de nirxandin kir.
 
‘Komkujiyek aşkera’
 
Îlknurê da zanîn ku komkujiya li Zaxo hatiye jiyîn komkujiyek aşkera ye û ji bo vê divê her kes bêyî teredut vê bîne ziman û wiha dirêjî dayê: “Ev rewş nîşan dide ku pevçûn û şerê ku demek dirêj e li herêmê tê meşandin rê li ber van encamên bi êş vekiriye. Hêzê global û herêmên girêdayê hêzên global, dewlet û desthilatdarî, aştî û aramiya erdnîgariyê naxwazin. Ev mînakek aşkera ye. Ev ne komkujiya yekem e. Her tim sivîl tên qetilkirin, zarok, kal û pîr tên qetilkirin. Divê aştî û aramanî daxwaza hevpar a hemû kesî be.”
 
‘Divê aştî û demokrasî watedar be’
 
Îlknurê diyar kir ku yekane xilasbûyina ji siyaseta pevçûnê, watedarkirina gotina aştî û demokrasiyê ye û ev tişt daxuyand: “Li herêmek turîstîk, li cihekî ku malbat hewl didin demek xweş derbas bikin de bombebaran bi ser wan de tên û ev di esasê de tenê bi ser wan de nayê. Tenê bedena wan parçe nake. Hêviya mirovan a pêşerojê parçe dike. Divê em hemû gelên vê herêmê ji vê dersê derbixin. Divê em aştî û demokrasiyê bixwazin.”
 
‘Divê mekanîzmayên têkildar çalak bin’
 
Îlknurê her wiha axaftina xwe wiha domand: “Rêveberiya Herêma Iraq û partiyên siyasî yên herêma Federal a Kurdistanê bi awayekî zelal gotin ku Tirkiyeyê komkujî pêk aniye. Divê NY û civaka navneteweyî ji bo ev sûcên mirovahiyê ji holê rabin rola xwe bilîzin. Divê berpirs derkevin holê, bên cezakirin û ji bo carek din ev pêk neyên tedbîr û pêkanîn bên kirin. Em dibêjin ku divê hemû hêzên siyasî yên civakî yên Tirkiyeyê li dijî vê bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Divê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk deng bê bilind kirin. Divê mekanîzmayên têkildar çalak bin.”
 
‘Divê şaşî neyên dubarekirin’
 
Îlknurê wiha dawî lê anî: “Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Ev peywirek li ser me hatiye barkirinê ye. Di dîroka Tirkiyeyê de gelek komkujî pêk hatine. Divê zîhniyeta dagirker, înkarker, şerxwaz û mêr bê beralîkiriyan. Dem dema beralîkirina vê zîhniyetê ye. Ger em dengê xwe bilind nekin wê ev komkujî bidomin. Ger em tênekoşin wê berpirs jî neyên cezakirin. Divê em komkujiyan ji rêzê nebînin.”