Xizmên girtiyan: Qanûnên we ji îdamê xirabtir in

  • 12:31 28 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şwitandin dabûn destpêkirin di roja 255'an de berdewam kir.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Ji bo ku piştgiriyê bidin malbatan, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re  (TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Wenda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di çalakiyê de cih girtin.
 
'Zext  zêde dibin'
 
Di daxuyaniyê de ji xizmên girtiyan Încî Guler got, "Em werin vir jî neyên vir, zext û zordariya li girtiyna roj bi roj zêde dibe. Îro zarokên me bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Xwarinê kêm didin wan. Daxwaza me ku înfaza girtiyan neşewitînin."
 
'Qanûnên we ji îdamê xerabtir in'
 
Încî, diyar kir ku divê rayedar li gorî qanûnan tevbigerin û wiha dewam kir: "Em ne terorîst in, em ê her tim li cem zarokên xwe bin. Wan zilm li tu kesî nekiriye. Dewlet baş dizane, em baş dizanin ku zarokên me tiştek nekirine. Bi salan bê sûc di zindanê de girtî ne, dema cezayê wan qediya, bi biryara dadgehê cezayekî nû nedin.  Qanûnên we ji îdamê xerabtir in.  Îro zarokên me li ber çavên me dimirin. Em dayik vê qebûl nakin. Ev zulm e, em dixwazin partiyên siyasî piştgiriya me bikin. Em edaletê dixwazin û em ê hertim bibêjin heq hiqûq û edalet." 
 
Daxuyanî bi dirûşên "Bijî berxwedana zindana" û "Heq, hiqûq, edalet" û tilîliyan bi dawî bû.