Xeyala Fatmayê vekirina dikanek pirtûka ye

  • 09:07 26 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX – Fatma Babat(29) ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê dimîne, hem bi firotina pirtûkan debara xwe dike û hem jî ji bo çanda xwendina pirtûkan pêş bixe hewil dide. Fatmayê dibêje bila jin xwe ji qada lê hatine sînorkirin rizgar bikin û li dû xeyalê xwe bilin.
 
Bi pêşketina teknolojî û alavên teknîkî hin aktîvîteyên civakî her ku diçe qels dibin. Xwendina pirtûkan jî yek ji wan aktîvîteyên ku kêm dibin e. Fatma Babat(29) ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê ye, hem bi firotina pirtûkan debara xwe dike û hem jî ji bo çanda xwendina pirtûkan pêş bixwe hewl dide. Fatmayê  di heman demê de di kare tekstîlê de dixebite xeyala wê ew e ku ji bo xwe dukaneke pirtûkan veke.  
 
‘Wextê xwe yê mayî ji pirtûkan re vediqetînim’
 
Fatmayê di sala 2018’an de beşa rêveberiya înformatîk qedandiye.  Lê ji ber ku demeke dirêj li gorî beşa qedandiye karekî nabîne ê dî hêviya xwe ji beşa xwendiye qut dike û di karê tekstîlê de dixebite. Fatma ji aliyekî ve jî xwendina pirtûkan ku hez jê dike berdewam dike. Fatma wiha dibêje: “Ez rojê 11 saetan li karê tekstîlê dixebitim û gava ku têm malê jî di tekstîlê de dixebitim û gava têm malê jî wextê xwe yê mayî ji xwendina pirtûkan re vediqetînim. Pirtûkên ku dixwînim  li ser medyaya dijital parve dikim. Bi vê yekê hem danasîna van pirtûkan dikim û hem jî wan difirtoşim. Li aliyekî jî ji bo min dibe alternatîfa debarê.”
 
‘Rêjeya xwendina pirtûkan ketiye’
 
Fatma, anî ziman ku tevî zehmetiya karê xwe ji bo xeyala xwe pêk bîne bi saetan kedê dide û ev tişt got: “Teknolojî her diçe pêş dikeve û derfetên jiyanê her diçe zêdetir dibin. Nifşê nû ji wan bibandor dibin û rêjeya xwendina pirtûkan dikeve. Lê dîsa jî kesên ku pirtûkan dixwînin hene. Gava kesên ku pirtûkan dixwînin û bi pirtûkan re eleqedar dibin dibînim kêfa min tê. Niha jî ji bo ku xeyala xwe pêk bînim bi saetan dixebitim. Ez bawer im ku ez ê xeyala xwe pêk bînim. Gelek hevalên min ên ku bal û eleqeya min a li ser pirtûkan dizanin, ji bo piştgiriyê bidin pirtûkan didin min. ”
 
‘Bila jin li pey xeyalên xwe biçin’
 
Fatma, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê jin bi xwe bawaer bin û li pey daxwaz û xeyalên xwe têbikoşin û got: “Hilberîn û avakirin di xwezayê jinê de heye. Loma min nexwest ez pasîf bimînim û dixwazem karê ku jê hez dikim bikim. Hertim bi pirtûkan re mijûl dibim. Xeyala min a mezin vekirina pirtûkxanyek mezin e.  Niha ez ji bo vê xeyala xwe gava yekemîn diavêjim. Lê di hin waran de zahmetiyan jî dikişînim.  Xwe wekî dara gûzê hîs dikim.  Ji ber ku kokên dara gûzê gelek bi qawet in û bingeha gelek tiştan ava dikin.  Herî dawî jî dixwazim  vê bangê l jinan bikim; bila jin qîmeta xwe bizanibin û hay ji hêza xwe hebin. Jinan gelek bi sînor dikin. Pêwîste jin xwe ji qada ku lê hatiye sînorkirin xelas bike. Wê jî jin bi xwe dikare bike. Li gorî min divê hemû jin baweriya xwe bi xwe bînin û li pey xeyal û daxwazên xwe biçin.”