Ayşe Surucu: Helwesta PDK'ê cihê rexneyê ye

  • 09:05 24 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Gundê Perexê yê Zaxoya Herêma Federe ya Kurdistanê axivî û bal kişand ser helwesta PDK'ê. Ayşeyê got: "Di dema referandûmê de di serî de dewleta tirk li dijî serxwebûna Herêma Federe ya Kurdistanê derket. Ji van kiryaran jî diyar e ku li dijî hemû destkeftiyên kurdan dijminatiyê dikin. Bila PDK xwe nexapîne û nebe hevkarê komkujiyên din."
 
Dewleta tirk berî bi çend rojan devera geştê ya li gundê Perexê yê bi ser bajarê Zaxoyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Kurdistanê topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 kes hatin qetilkirin û 27 kes ji birîndar bûn. Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu bi ajansa me re nirxandinên xwe parve kir.
 
'Helwesta PDK'ê cihê rexneyê ye'
 
Ayşeyê hevdîtinên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê û musteşarê MÎT'ê re bi bîr xist û got: "Piştî hevdîtinan êrişeke dijwar a ji derveyî sînor hate destpêkirin. Helwesta PDK'ê cihê rexneyê ye. Ji wê rojê şûnde jî bomberdimana li ser gelê kurd û xwezaya kurdan berdewam dike. Êriş bi ser gelek wargehên kurdan ên weke Mexmûr û Şengalê pêk hatin. Bi taybetî bi êrişên qirêj gelek nîştecihên wir jiyana xwe ji dest dan. Ango bandora herî mezin jî li jin û zarokan kir. Mînaka vê ya herî dawî jî li Zaxoyê pêk hat. Êrişeke li ser cihê geştiyaran pêk hat û tevî jin û zarokan 9 kesî jiyana xwe ji dest dan. Herçiqasî dewleta tirk înkar bike jî ev êrişên li ser sivîlan ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatiye. Her ku diçe wê bîlançoyên vî şerê qirêj jî zêdetir bibe."
 
'Bi çar destan êrişî destkeftiyên kurdan dikin'
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pergala AKP-MHP’ê bi awayekî vekirî neyartiya kurdan dike. Ayşeyê alîkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re rexne kir û wiha li ser axivî: "Tirkiye bi çar destan êrişî kurdan û Kurdistanê dike. Li aliyekî hewl dide siyaseta demokratik a li Bakur tasfiye bike. Bi qeyûman, bi girtin û tecrîdê, bi çewisandina jinê re van êrişan berfireh dike. Li aliyekî jî xaka Rojavayê Kurdistanê di bin dagirkeriya hêzên OSO, El Nusra û bermayên DAÎŞ'ê de ye. Gelê Başûr dema ku li hemberî vê dagirkeriyê derket jî vê carê dewleta tirk jî êrişa xwe zêdetir kir. Niha li Başûr jî bi heman rengî bombebardimanek li ser xaka kurdan û baregehên sivîlan pêk hat. Ji her alî ve êrişî destkeftiyên kurdan dikin. Dixwazin bi navê kurdîtiyê tiştekî nehêlin. Divê malbata Barzanî jî vê rastiyê bibîne û nebe şirîkê vê qirkirinê. Divê ji xeta îxanetê vegerin."
 
'Dixwazin xeyalên xwe yên Mîsakî Mîlî bînin cih'
 
Ayşeyê da zanîn ku dewleta tirk ji bo komkujiyên pek tîne hincetan diafirîne, dibêje ji bo filan tiştî ez ketime axa Başûrê Kurdistanê. Ayşeyê bi bertek anî ziman û got: "Ma hinceta qetilkirina zarok û welatiyan dibe? PDK jî vê êrişê weke ‘şerê di navbera 2 hêzan de’ bi nav dike. Ev ne tenê şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye. Pergala AKP'ê li hemeberî hemû kurdan êrişek daye destpêkirin. Tirkiye ewqas hêza xwe çima li Başûr kom kiriye? Li wir çi dikin? Pirsgirêka wan ne tenê PKK ye. Li hember statuya kurdan êrişek e. Dixwazin xeyalên xwe yên Mîsakî Mîlî bînin cih. Di nava vê Tirkiyeya nû de komkujiya kurdan û tunehesibandina kurdan heye. Pêwîst e herî kêm piştî komkujiya Zaxoyê helwesta PDK'ê ne ev ba. Pêvajoya referandûmê bînin bîra xwe. Di serî de Tirkiye li dijî derket û qebûl nekir. Ji ber naxwazin bi navê kurdan statuyek pêk were. PDK dibêje pirsgirêka Tirkiyeyê bi me re tune ye. Bila ev di bîra me de be. Herî hêsan jî mînaka li Japonayayê, vekirina beşa zimanê kûrdî bû. Tirkiyeyê xwe têkelî wir jî kir û li dij derket. Ev bi vekirî helwesta wan nîşan dide."
 
'Em bi hev re bêjin êdî bes e'
 
Ayşeyê herî dawî çapemeniya alîgir destnîşan kir û got: "Dixwazin ser wan bûyeran bigirin. Îro em vê komkujiyê jî weke komkujiya Roboskiyê bi nav dikin. Heman bûyer diqewime, niha. Çawa ku wê demê bêdeng bûn niha jî bêdengiya xwe diparêzin. Li Başûr bi dehan gund hatin valakirin û bi dehan welatî bûn qurbaniyê van êrişan. Lê belê deng ji kesî derneket. Bombebarankirina cihên geştiyaran asta ku em hatinê nîşan dide. Êdî bêyî ku li nasnameyan binêrin komkujiyê pêk tînin. Em li hemberî îktidarek nîjadperest, zayendperest û faşîst têdikoşin. Divê kurd li her deverê ji bo operesyonên Tirkiyeyê bertekê nîşan bide. Divê em êdî dakevin qadan û bêjin êdî bes e. Pêwîst e demildest îktidara AKP'ê hêza xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin û dev ji operasyonan berdin. Weke partiya HDP'ê me ji roja yekem ve nerazîbûna xwe nîşan da û hevdîtinên me yên bi Başûrê Kurdistanê re jî pêk hatin. Li dijî van êrişan çi pêwîst bike jî em amade ne.”