'Xeta têkoşîneke enternasyonal ewlehiya me ya herî mezin e'

  • 09:02 24 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan ên bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a derbarê Peymana Stenbolê de dan wiha gotin:"Xeta têkoşîneke enternasyonal ewlehiya me ya herî mezin e. Divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin."
 
Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan di 20'ê Adara 2021'ê de biryarnameyek derxist û ji Peymana Stenbolê vekişiya. Vekişandina ji Peymana Stenbolê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî biryarê dan û bal kişandin ser têkoşîna hevpar. 
 
'Êriş û teşeyên êrişan îdeolojîk in'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aysun Çeper da zanîn ku AKP hemû qadan li gor îdeolojiya xwe bi teşe dike û wiha got:"Daraz jî ji vê yekê ne dûr e. Em li hember van êrişana şaş namînin. Zihniyeta heyî jiyana hevpar û azad înkar dike lê em ê jiyana hevpar û azad ava bikin. Êriş û teşeyên êrişan îdeolojîk in. Li her derê jinên ku li edaletê digerin hene. Malbata Şanyaşar, Nobeda Edaletê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê. Hîn gelek mînak hene. Biryarên derhiqûqê tên girtin.Xeta têkoşîneke enternasyonal ewlehiya me ya herî mezin e. Divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin."
 
'Têkoşîna jinê hêviyê dide'
Dildara Mor Çati  Elif Ege wiha got:"Em vê biryara nehiqûqî qebûl nakin. Hevalên me yên parêzer di daxwaznameyên xwe de hîn behsa Peymana Stenbolê dikin. Ya esas li vir têkoşîn û destkeftiyên me ne. Loma ev biryar êrişa li dijî jina ye. Lê em ê tu carî dev ji têkoşînê bernedin. Têkoşîna jinê hêviyê dide."
 
'Em vê biryarê qebûl nakin'
 
Sekretera Jin a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê ya Şaxa Anadoliyê (SES) Hatice Yayla da zanîn ku ev biryar nayê qebûlkirin û wiha got:"Em vê biryara Dadgeha Bilind daye qebûl nakin. Em vê tahakuma sîstema serdest a mêr û darazê ya li ser xwe qebûl nakin. Îktidara heyî hema bêje ev 20 sal in êrişî destkeftiyên jinan dike. Loma em girîngiyê didin têkoşîna hevpar."