Meral Daniş Beştaş: Pêvajoya çareseriyê tecrubeyeke girîng bû

  • 09:07 22 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
 
Derya Ren
 
AMED - Serokwekîla Koma  HDP'ê Meral Daniş Beştaş a ku derbarê pêvajoya çareseriyê ya ku piştî li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê du polîs hatin kuştin yekalî hat bidawîkirin de nirxandin kir, got, " Rejîmeke Toalîter hat avakirin û roj bi roj bandora xwe zêde kir. Vê rejîmê dît ku bi polîtîkaya aştiyê û çareseriyê nikare kurdan bike AKP'yî."
 
Pêvajoya çareseriyê ya ku bi rêya HDP'ê  di navbera hikûmet û PKK'ê de dest pê kir û heta 2015'an dewam kir, di 21'ê Adarê Cejna Newrozê ya 2013'an de bi xwendina nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de pevçûn hatin rawestandin û di berdewamiya wê de di 28'ê Sibata 2015'an de Mutabakata Dolmabahçeyê hat aşkerakirin. Li gel ku ev mutabakat li gorî daxwaza AKP'ê hatibû amadekirin jî serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku di 20'ê Adara 2015'an de da got ku ew vê mutabakatê nas nake û red kir. Di heman demê de li navçeya Kaniy Xezalan a Rihayê piştî ku du polîs hatin kuştin ji nû de şer dest pê kir. Li gel ku bûyera li Kaniya Xezalan hat ronîkirin,  Sork Komar tayîp Erdogan di axaftina xwe ku di 9'ê Tîrmehê de li amade kir de diyar kir ku wan careke din pêvajiya çareseriyê "kirine sarincê" û ji qededandina pêvajoyê HDP berpirs girt. 
 
Serokwekîla Koma  HDP'ê Meral Daniş Beştaş a ku derbarê pêvajoya çareseriyê ya ku piştî li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê du polîs di 22'yê Tîrmehê de hatin kuştin yekalî hat bidawîkirin de nirxandin kir
 
'Em wekî HDP li pişt pêvajoya çareseriyê ne'
 
Meral diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê re di dîroka Tirkiyeyê de pêşketinên herî baş çêbûn û heyeta HDP'ê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Meral wiha dirêjî da xaftina xwe, "Her çend ji destpêka pêvajoya çareseriyê heta 5’ê Nîsana 2015’an hikûmetê erka xwe pêk neanî jî, li dijî weşandina Mutabaqata Dolmabahçeyê pêvajo berdewam bû. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn e ku bi encameke wiha ji raya giştî ya cîhanê re daxuyanîyek wiha hat dayîn. Serokwezîr Erdoganê ku wê demê pêvajo erê kir, paşê yek bi yek gotinên xwe paşve kişandin. Lê polîtîkaya xwe ya şer û pevçûnan didomîne. Hevdîtinên ku di wê serdemê de hatine kirin, niha wek delîlên sûc tên nîşandan. Îro danûstandinên di pêvajoya çareseriyê de di doza Kumpasê ya Kobanê de, weke ku sûc be li pêşberî me tên nîşandan. Di doza girtina HDP’ê de jî ev yek tê kirin. Pêvajoya çareseriyê bûye pêvajoyek ku em wek HDP her tim li pişt wê bisekinin."
 
'Pêvajoya çareseriyê yekalî hat bidawîkirin'
 
 Meral diyar kir ku ew bi siyaseta demokratîk û bi muzakereyan nêzî pirsgirêka kurd dibin û got, " Em wek hinekan her roj van hevdîtina li gor konjuktura siyasî berovajî nakin. Duh 20'ê Tîrmehê rojek pir bi êş û dîrokî bû. Salvegera komkujiya hovane ya 33 rêwiyên Kobanê bû. Ev yek ji wan kevirên bingha pêvajoyê bû ku kir pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe. Piştre li Kaniya Xezalan 2 polîs hatin kuştin û piştre jî bombekirina Qendîlê dest pê kir. Her wiha diyar bû ku bi daxuyaniyên hikûmetê yên piştî bûyeran yekser pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye. Ev pêvajo bêyî hevdîtin û nirxandina bi birêz Ocalan re ku di pozîsyona serokê çareseriyê de ye bi dawî bû. Di derbarê 2 polîsên li Kaniya Xezalan hatin kuştin de lêkolînek nehat kirin. Ev rewşek pir giran e. Belê, di serî de hin kes girtin. Demek dirêj hatin binçavkirin û derket holê ku tu eleqeya van kesan bi bûyerê re nîne. Piştre, dadgeha herêmî ew beraat kirin. Li Îstinafê hat qebûlkirin, lê Dadgeha Bilind bi gotina 'lêkolîna delîlan ne temam e' biryar betal kir."
 
‘Hikûmetê xwest di pêvajoya çareseriyê de kurdan bike AKP’î
 
Meral got, "Kuştina 2 polîsan a li Kaniya Xezalan û Komkujiya Pirsûsê bi awayekî zelal nîşan dide ku ji aliyê hin destan ve hewl hatiye dayîn pêvajoya çareseriyê biqede" û da zanîn ku hikûmetê dev ji aştiyê berdaye. Meral got, “Rejîmeke tolaîter hatiye avakirin û roj bi roj bandora xwe zêde dike. Erdogan dît ku bi siyaseta aştî û çareseriyê nikare Kurdan bike AKP'yî. Di pêvajoya çareseriyê de partiya me di 7’ê Hezîranê de piştgiriyeke mezin girt. Di vê pêvajoyê de ji ber ku baweriya hemû beşên civakê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd zêde bû, AKP’ê ji xwe pirsî. Lê AKP'ê di wê pêvajoyê de bawerî neda raya giştî. Mînak me dît ku wê demê Qereqol û Kelehkol hatin avakirin û Medenî Yildirim ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Belê, di wê pêvajoyê de hukûmetê dixwest kurdan bike AKP'yî. Hikûmetê qebûl nekir ku kurd di nava civakê de bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe hemwelatiyên wekhev bin.”
 
'Hikûmetê girankirina tecrîdê ji xwe re kiriye erk'
 
Meralê diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de polîtîkayên hikûmetên heyî yên li hemberî kurdan di pêvajoya çareseriyê de jî hewl hatiye dayîn dewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cihê  ku gihîştiye nîşan da ku niyeta wan çiqasî xerab e. Îro bi MHP’ê re em dibînin ku bi nêzîkatiyeke tam nijadperest înkarkirina kurdan didomîne. Lê belê em dikarin bêjin ku pêvajoya çareseriyê ezmûnek pir girîng e. Li Tirkiye aştî û muzakere di berjewendiya civakê de ye. Riya ku pirsgirêka kurd û demokrasiya Tirkiyeyê bi rêbazên ne tundûtûjî rêya xwe bidomîne, zemîna siyasî ye. Em wek HDP partiyeke ku ji bo muzakere û diyalogê têdikoşin e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê tenê navnîşanek heye ew jî Îmralî ye." 
 
Hikûmet gelekî dixwaze êrîşî Kurdan bike
 
Derbarê operasyonên li ser sînor de paşerojeke bi êş heye û  ev rewş hê jî didome. Em dizanin ku di operasyonên li ser sînor de gelek kes hatin kuştin. Di nav wan de zarok û sivîl jî hene. Em dizanin ku duh di êrîşa li Zaxo de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîtîkaya şer a Tirkiyeyê ya li hemberî Herêma Kurdistana Federe ev 40 sal in di meriyetê de ye.  Gotinên wekî "Ez ê rêxistinê biqedînim, ez ê ji holê rakim" hatin kirin. Bi gotina wan heta niha 40 mîlyon car diviyabû kurd bihata qedandin. Lê belê bi dawî nebûne û ev ne çareserî ye.  Fermandaran li ber kamerayê ev yek anîn ziman. Ji ber ku em bi hizireke ku vê pirsgirêkê nîqaş nake re rû bi rû ne. Hikûmet xwe amade dike ku êrîşî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bike. Di vî warî de ji bilî redkirina gelê kurd, rûxandina rêveberiya ku kurdan li gel gelên Sûriyeyê ava kirine û tunekirina hebûna wan tu encamek din nîne.”
 
'Kurda navê xwe li dîrokê nivîsandin'
 
Meral, diyar kir ku Tirkiye dixwaze li Minbic û Til Rifatê operasyonekê pêk bîne û got, "Em dizanin ku di hevdîtinên bi DYA, Rûsya, Îran û hemû welatên din re di vê mijarê de mijara sereke ew e ku "Bila kurd bi ser nekevin." maf, daxwazên kurdan bên redkirin." Di lûtkeya Tehranê ya ku duh hat lidarxistin de çira kesk pêneket. Ji aliyê din ve em dizanin ku wan gelek zext li DYA û Rûsyayê kirin ku qada xwe ya hewayî bi kar bînin. Lêbelê, em dizanin ku destûra bikaranînê nehatiye dayîn. Kiryarên Tirkiyê li Efrînê, tiştên ku li Idlibê qewimîn, kuştina serkirdeyên DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve li cihên Tirkiyê û bûyîn endamên DAIŞ'ê li navenda Enqerê, hêzên ku nûneratiya Tirkiyê dikin li wir cih digirin û yek ji wan jî Tirkiye ye Em dibînin. Divê em kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin. Kurdên ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ya ku li cîhanê bûye bela rawestiyan, navê xwe di dîrokê de nivîsandin."
 
'Bi dijminatiya kurdan hewl didin xwe rewa bikin'
 
Meral, anî ziman ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya derve de di hin xetên bingehîn de bi pêş ve diçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pir aşkere ye ku di bin navê 'terorê' de ji bo kurdan destkeftiyên herî biçûk jî qebûl nakin. Çeteyên ku li Efrînê tije bûne niha sûcê mirovahiyê dikin. Dîsa tê dîtin ku rêxistinên weke El Qaîdeyê ku erka Tirkiyeyê girtine ser xwe, sûcên li dijî mirovahiyê kirine ku îro di raporên Neteweyên Yekbûyî de cih digirin. Tirkiye ji bo êrîş li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bên kirin, daxwaza piştgiriyê dike. Me ev yek li Tehranê dît, lê wan diyar kir ku destûr nayê dayîn û dê bibe sedema kaosê, ne aramiyê. Me ji destpêkê ve got ku operasyonên bi vî rengî dibin sedema kaos û komkujiyan. Bingeha têkiliyên Tirkiye bi DYA û Rûsyayê re jî ev e. Tê dîtin ku di polîtîkaya derve de tu dîrokeke Tirkiyeyê nemaye û bi dijminatiya kurdan re hewl didin xwe rewa bikin û siyasetê bikin. Haya cîhanê ji vê yekê heye. Lê belê em dibînin ku cîhan jî berjewendiyên xwe li dijî kurdan digre pêş. Tevlibûna Fînlandiya û Swêdê ya NATO'yê yek ji wan e.
 
Ev ne polîstîkayên domdar in
 
Yên ku li wir bûne qurbanî kurd bûn. Di nava navên ku li ser maseyê hatine danîn de nivîskar û rojnamevan jî hene. Kesên ne kurd ên weke Ragîp Zarakoglû ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin jî di rojevê de ne. Belê, niha tevli NATO'yê bûn. Dibe ku Tirkiye bifikire di hin waran de serkeftî ye.  Lê belê ev encam ne polîtîkayeke qebûlker û domdar e. Em dizanin ku civaka Tirkiyeyê di hilbijartinên pêş de wê bêje raweste û di siyaseta demokratîk de wê gavên lezgîn bên avêtin û têkoşîna me jî ber bi vê yekê ve tê meşandin.”