Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 500'î de dewam kir

  • 17:11 21 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RİHA - Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferîd Şenyaşar a li ber deriyê dadgeha Rihayê dabûn destpêkirin di roja xwe ya 500’î de bi beşdarbûna girseyek mezin bi dayina daxuyaniyê dewam kir.
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar beriya 500 rojan di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Di roja 500’î ya çalekiyê de li gel malbatê girseyek mezin ya di navbera wan de Partiya Herêmên Demokrtatîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan ya Ji bo Azadiyê (OHD) û Meclîsa Dayikên Aşitiyê jî cih digirin daxûyanî dan.
 
'Daxwaza Edaletê ruxmê hertiştê berdewam e' 
 
Hevseroka OHD' ê ya Rihayê Meral Halat daxuyanî xwend . Meral diyar kir ku kesên ku li edaletê digerin,  di demên pir zehmet de ne û got: “Bê hiqûqî û bê edeletî bi destê dadgehan ava dibe lewma jî di vê pêvajoyê de hevgirtin û piştgirî gelek girîng e. Nobeda malbata şenyaşar 500 roj e li hemberê ewqas astengî,êrîş û tundîyê berdewam dike û ew têkoşîn ji bo hemû kesî hêvî bû. Îro em dibînin ku edalet bi destê darazê hê nehatiye cîh. Ew doz encama polîtîkayên bê caza hîştiniye. Daxwaza me ew e ku daraza dosyayê malbata Şenyaşar bi şeklekî adîl çê be. Biryara veşartî ku li ser dosyayê heye, were rakirin û Fadil Şenyaşar bi awayekî adil were darizandin. "
 
'Ruxmê lêkolînan nekarîn tiştek bibînim' 
 
Piştî Meralê Ferît Şenyaşar axivî. Ferîd bi lêv kir ku 500 roje bi diya xwe pêşiya avahiya edeletê da ne û hêviya edeletê ne. Ferîd daxuyaniyên fermî ku wexta qetliamê hatiye dayîn bi bîr xist û wiha got: “ Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn daxuyand ku bûyer ne bûyera 'terorê'ye. Di heman demê de Emniyetê Riha lêkolîna jiyanameya 30 salên borî kiriye tu tişt derneket. Wezareta Çandiniyê vê demê Eşref Fakibaba daxuyanî da paşê derket lêborîna xwe ji me xwest. “ Ferit diyar kir ku kesên ku ev qetlîam kir bi çêkên dewletê kirine û wiha domand: “Îro nobeda me ya edaletê di roja 500'î de ye. Her aliyê welatê dayikan ji bo edaletê hêstir ji çavan dibarînin. Heta daxwaza me were cîh em li vir in. Heta birayê min Fadil neyê berdan û kesên berpirsiyar neyên cezakirin em naçin cîhêkî.”
 
'îqtidar çetetiyê dike' 
 
Omer Ocalan herî dawî jî bo piştgiriya malbatê ev gotinan kir: "Malbata Şenyaşar li vir naxwaze rojan bêjmêre. 500 roj in li vir ji bo Edaletê sekinîne. Lewra ev bê edaletiya wan li hemû welat belav bûye û welat ber bi talanê ve dibe. Me carek din jî dît ku Dad û edalet jî di destê îqtidarê de ye. Parlementerek û malbata wî bi ser kargehê de digirin û wan qetil dikin. Li vî welatî çetetiyê dikin. Serxweşîya hêza xwe dijîn. Mînaka wê duh li Zaxo jî hate jiyîn. Ji bo vê nobetê krîmînalîze bikin jî çi ji destê wan tê dikin.  Em Edaletê dixwazin. Li vir rawestîn li pişt Edaletê sekinîn e. Niha dem dema xwestina Edaletê ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi yekîtiyê heye. "