Li dijî poşmaniyê derket infaza wî hate şewitandin

  • 09:03 21 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Xwişka Mehmet Paksoy ku 14 sal in girtî ye û niha di girtîgeha Eskîşehîrê de tê girtin, Safîye Paksoy destnîşan kir ku cezayê Mehmet qediyaye lê ji ber ku li dijî poşmaniyê derketiye infaza wî hatiye şewitandin.
 
Zext û binpêkinrinên mafan ên li heberî girtiyan bi dawî nabin û ev pêkanîn wekî rêbazeke îşkenceyê li hemberî girtiyan tên bikaranîn.  Bi muameleya kêfî ya li hemberî girtiyan, şewitandina înfazê û netedawîkirinê gitiyên nexweş tên tecrîdkirin.  Mehmet Paksoy jî yek ji wan girtiyan e ku tevî cezayê wî qediyaye ji ber ku poşmanî qebûl nekir înfanfaza wî hate şewitandin. Xwişka Mehmet, Safîye Paksoy ji bo birayê xwe banga hestiyariyê kir û xwest ku birayê wê demildest bê berdan.
 
‘Em 3 sal in nikarin wî bibînin’
 
Mehmet Paksoy di saa 2008’an de li Colamêrgê hate girtin. Nêzî 2 salan li Wanê girtî ma. Ji wê jî anîn Bedlîsê û ji wir jî sirgûnê girtîgeha Gîresûnê hate kirin. Mehmet niha li girtîgeha Eskîşehîrê ye û 14 sal in girtî ye. Xwişka Mehmet, Safîye Paksoy diyar kir ku ew 3 sal in nikarin hevdîtinê bikin û wiha axivî: “Zexta li ser girtiyan hertim hebû lê di van salan de zêdetir kirin e. Hemû girtî di bin tecrîdek giran de ne. Em 3 sal in nikarin biçin hevdîtina birayê min. Hem ji ber pandemiyê hem jî ji ber şert û mercan em nikarin biçin. Ji ber ku ji me gelek dûr e. Hertim sirgûnê bajarên dûr dikin û ji ber dûrbûna rê û nexweşîyan dê û bavê min em nikarin biçin wî bibinin.”
 
'Înfaza wî hate şewitandin’
 
Safîye destnîşan kir ku bi zanebûn înfazên girtiyan dişewitînin û got: “Cezayê wî îsal di meha adarê de qediya lê polşmanî lê ferz kirin û ji ber ku qebûl nekir infaza wî hate şewitandin. Birayê min jixwe bi salan e di bin destê wan de ye û piştî ewqas salan çima poşmaniyê qebûl bike.  Dibêje 'ez tu carî poşmaniyê qebûl nakim' û lewra tevî ku cezayê wî qediye jî wî bernadin.”
 
‘Êdî bese ji vê zilmê re’
 
Safîye, di dawiya axaftina xwe de banga serbestberdana girtiyan kir û got: “Girtiyan dixin hucreya yek kesî. Li zindanan îşkenceyek mezin heye û girtî jî ji ber ku li dijî vê îşkenceyê derdikevin dixin hucreyên yek kesî.  Em ji rewş û tendurîstiya girtiyên xwe bi fikar in. Gelek girtîyên nexweş hene ku nayên dermankirin. Girtî bê sûc in û divê hemû serbest werin berdan. Gelek girtî hene ku cezayê wan qediyaye û malbat li hêviya dîtina wan in. Lê ji ber ku infaza wan tê şewitandin,  hem girtî hem jî ji malbat êşê dikişînin. Bes e êdî ji vê zilmê re. Divê edalet û hiqûq pêk were. Pêwiste ku tu kes ji bo rewşa girtîyan bêdeng nemine û ji bo vê rewşê hemû malbatên girtiyan û kurd dengê xwe bilind bikin.  Divê tîfaqa xwe pêk bînin.”