33 rêwiyên Kobanê li cihê komkojiyê hatin bibîranîn

  • 11:16 20 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Di pêşengiya Platforma ji bo Pirsûsê Edalet bi wesîleya bîranîna 33 rêwiyên Kobanê yên li Pirsusê hatin qetilkirin ji avahiya HDP ê ber bi cihê bûyerê ve meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên 33 kesan hatin rakirin û dirûşmên "Şehît Namirin" hatin berzkirin. 
 
Di pêşengiya Platforma ji bo Pirsûsê Edalet de bi wesîleya salvegera 7'emîn Komkujiya Pirsûsê ji avahiya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Pirsûsê ber bi cihê komkojiyê, Navenda Çandê ya Amarayê ve meş hat lidarxistin û li cihê 33 kes lê hatin qetilkirin daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Komeleya Kedkarên Cemawerî (KESK) , nûnerên KomeleyaHiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Komeleya 78'an, Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane beşdarî çalekiyê bûn. 
 
Girse piştî lêgerîna polîsan a li ser çalakgeran kete hindirê navenda çandê. Ji bo bîranînê qernefîl li cihê komkojiyê hatin danîn û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyê 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan  û pankarta li ser "Ji bo Pirsûsê edalet, Ji herkesî re edalet" li ser nivîsandî  hate vekirin.
 
'Êriş ninkarin bibin asteng' 
 
Di destpêkê de endama MYK ya SGDF' ê Tanya Kara axivî. Tanya 33 rêwiyên hatine qetilkirin bi bîrxistin û got: " Qetilkaran xwestin bi qetlîaman berxwedana me tune bikin. Lewra berxwedana me di Rojhilata Navîn de şewq vedaye û vedide. Van rêwiyan jî ji bo vê şoreşê xwestin bibin derman. Bi pêlîstokên ku ji zarokan re komkirin re xwestin herin Kobanê.  Lewra xwestin vê yekîtiyê û piştgiriyê ji holê rakin. Hîna jî kiriyarên vê qetlîamê nehatine girtin û darizandin. Em carek din bi bîr dixin ku bi êrîşan nikarin bibin asteng."
 
'Emê xeyalên wan zindî bihêlin' 
 
Endamê MYK'ê  yê ESP'ê Soner Çîçek jî got berîya niha bi 7 salan rêwiyên xeyalan ketin ser rê û ji aliyê Qetilkaran ve rastî êrîşê hatin. Soner wiha pêdeçû:" Xwestin xeyalên wan têk bibin. Em ê niha ji we re bêjin ku xeyalên wan çi ne. Xeyalên wan  şoreşa Rojava bû. Ji bo bi hev re inşa bikin ji bo bi hev re têbikoşinê li vir bûn. Lê ev yek tehamûl nekirin. Ev pîrek bû û xwestin vê pirê jî holê rakin. Sarayê li hemberî qirkirinê çi kir? Ne ji bo kesên qetilkar ji bo kesên hatine qetilkirin sikêçek pêşkêş kirin. Ango cardin Edalet cihê xwe nedît. Lê belê ev hewildanên wan nikarin me ji berxwedana me bikin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin û xeyalên wan zindî bihêlin."
 
'Emê berpirsyarên komkojiyê eşkere bkin' 
 
Parlementera HDP' ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bi van gotinan komkojî şermezar kir:" Beriya 7 salan li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ ê şoreşek mafdar û şerê demokrasiyê hate meşandin. Ji her deverê seferberiyek mezin pêk hat. Parçeyek ji vê seferberiyê ji 33 kesên ku li gel wan pêlîstokên zarokan hebûn bû. Ango ev rêwî hatin qetilkirin. Xwestin vê şoreşê asteng bikin û bi van komkojiyan re vê peyamê bidin. Ji bo zelalkirina vê komkojiyê em ê dev ji têkoşînê bernedin. Em dubare rêwiyên xeyalan bi bîr tînin."
 
'Darazek bêalî tune ye' 
 
Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan jî wiha diyarkir:" Ya ji têkoşerên demokrasiyê re, ji kesên li dijî çeteyan têkoşîyane re rewa hatiye dîtin mixabin ev qirkirin e. Van kesan ji ber korîdora ji çeteyên DAÎŞ'ê  re hatiye vekirin jiyana xwe ji destdan. Weke ku îqtidar ji dibêje ji vê qirkirinê sûd girtin. Ji bo li ser îqtidarê bimînin jî serî li şer û komkojiyan didin.  Em baş dizanin dadgeh û darizandineke bêalî tune ye. Bi gotinên 'Em ê çawa bizanin ew kes DAÎŞ î ne' re xwe parastinê bê mantiq dikin. Iqtidar weke berdewama vî şerî niha jî koalîsyonê dixwaze ava bike. Dixwaze dubare êrîşî Rojava bike. Lê belê em ê planên şerê taybet ji holê rakin. Daxwaza me demokrasî û azadî ye. Em ê pêşengiya vê paradigmayê bikin. Berpirsyarîya me ya siyasetek demokratîk heye. Em ê vê berpirsiyariyê bînin cih."
 
Girse piştî daxuyaniyê ço Goristana Pirsûsê. Lewra polîsên ku derdora goristanê girtine destûr nedan ku kes bikeve hundirê goristanê. Li ber deriyê goristanê li dijî astengiyan hevseroka  HDP'ê ya Rihayê Alîyê Kizildamar axivî û got:"Bi astengiyan re dixwazin nirxên me bidin jibîrkirin. Lê em ê rûxmê van yekan her sal li vir wan rêwiyan bi bîr bînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîdên Pirsûsê nayên jibîrkirin", "Şehît namirin" re  bidawî bû.