‘Qirkirina li Pirsûsê nîşaneya bêtehemuliya wan a ji serhildana Rojava re bû’

  • 09:05 20 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Piştî şoreşa Kobanê, çeteyên DAÎŞ’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê teqînên mezin kirin û di encamê de gelek kes qetil kirin. Di salvegera qirkirina li Pirsûsê de yek ji bînerên qetlîaman Fatma Çevîk têkildarê êrişên DAÎŞ’ê diyar kir ku sûcdar dewleta tirk bi xwe ye û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê çawa karbiûn ewqas hêsan derbasî van qadan bibin? Çawa hîna edaletê cihê xwe nedîtiye? Ev pirs ji xwe rastiya tê xwestin were nixumandin nîşanî me dide.”
 
Di 20ê Tîrmeha 2015'an de li ser bangewaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 300 ciwan ji bo kelûpelên alîkarî yên mirovî û pêlîstokan bibin Kobanêyê çûn Pirsûsê û di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Amarayê de ji aliyê DAIŞ'ê ve êrîşa bombeyî pêk hatibû. Di encama teqînê de 33 kes hatibûn kuştin. Piştî qirkirina li Pirsûsê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bê navber teqînên ku DAÎŞ’ê girtiye ser xwe pêk hatin.
 
Fatma Çevîk jî yek ji bînerên qetlîamên di wan pêvejoyan de pêk dihatin e. Wê keça xwe di qetlîama Garê ya di mîtînga Demokrasî û azadiyê pêk hatiye de wenda kiribû û hîna ji  bo edalet cihê xwe bibîne û berpirsiyar werin darizandin bi malbatên din re di nav têkoşînê de ye. Ji ber salvegera 7’emîn a qetlîma Pirsûsê Fatma Çevîk hestên xwe bi me re parve kir.
 
‘Tu ewlehî nehatibûn girtin’
 
Fatma Çevîk pêvajoya belavbûna êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kurdistanê bi bîr xist û ev gotin kir: “Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku weke hêza îslamî xwe didan naskirin bi armancek ku nayê zanîn li dijî mirovahiyê dest bi qirkirinên mezin kirin. Li ser Rojava wehşetek mezin kirin û pêlên van êrişan xwe gihand Bakur û Tirkiyeyê jî. Sedema vê jî rêveberiya Tirkiyeyê ye. Ji Pirsûsê dest bi çalakiyên terorê kirin û li gelek deveran jî van çelakiyên xwe pêk anîn. Ev şêweyê qirkirinê li gelek deveran belav bû û ya herî girîng jî tu ewlehî nehatin girtin.”
 
‘Xwestin seferberiya heyî rawestînin’
 
Fatma di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca êrişên li ser Kurdistanê û wiha axivî: “Herçiqasî êrişek hovane û dijwar dihat meşandin jî li dijî wê şoreşek dîrokî bilind dibû. Ev şoreş wê ji bo hemû Rojhilata Navîn biba mînaka demokrasî û azadiyê. Projeya vê şoreşê bû hêviyek mezin lewra bi milyonan ciwanan rakir seferberiyê. Ciwanan xwest bikevin Kobanê. Rûxmê wehşetê sînor parçe kirin û ketin nava şer. Ev şer ji bo mirovahiyê şerekî mafdar bû. Di serî de pêlên vê şoreşê belav bûn ên ku tehemula vê nekirin êrişek qirêj dan meşandin. Teqîna li Pirsûsê, li Enqere û deverên din pêk hatine parçeyek ji wan êrişên qirêj e. Xwestin seferberiyê bidin rawestandin û çavê gel bitirsînin.”
 
‘Endamên DAÎŞ’ê hatin parastin’
 
Fatma da zanîn endamên DAÎŞ’ê hatin parastin û wiha pê de çû:"33 kesên hatine Pirsûsê ji bo bikaribin birînek Kobanê bipêçin hatin gel hev. Ji bo kaosa bi zarokan hatiye jiyîn hinek jî be bidin jibîrkirin bi pêlîstokên kom kirine re hatin Pirsûsê û li wir bûn qurbaniyên qetlîamê. Gelek kesên ku diyar bûn bûne sedemê qirkirinê piştî îfadeya wan hatin girtin, hatin berdan. Ev kesane tên parastin. Ev eşkere ye êdî. Ger ne wisa ba wê hatiban girtin ji ber ku bi delîlan hatin girtin. Yek ji wan jî bi ala DAÎŞ’ê, cardin bi hinek kelûpelên DAÎŞ’ê hatibû binçavkirin. Ew kes jî hate berdan. Ger ku ev qetlîam baş hatiban lêkolînkirin û li ser hatiba rawestîn wê qetlîamên piştî wê jî pêk nehatiban. Ne mumkun e ku bingeha vê nekaribin derxin holê û ewlehiyan bigirin. Lewra ew kes hatin parastin û ji bo qetlîaman rê vekirin. Diyar e nehat xwestin ku qetlîam werin astengkirin."
 
‘DAÎŞ’î bi awayekî azad dikevin Tirkiyeyê’
 
Hatîce wiha dewam kir:"Ji komkojiya Pirsûsê heya komkojiya Enqereyê li ber çavê her kesî ev pêvajo hate jiyîn. Ger em hinek pirsên weke çima nehat lêkolînkirin? Çima ewlehî nehate girtin? Çawa dibe ku DAÎŞ’î ewqas hêsan di nav me de geriyan bikin jixwe em ê bi hêsanî jî bigihin encamekê. Ev bûyer eşkere ne lewra dixwazin ya em dizanin ji reş bikin û bûyerê binixûmînin. Di salonên dadgehan de bi bê edaletiyê vê yekê dikin. Beriya qetlîamê 40 rojan dê û bavên Abdurahman Alagoz ê ku xwe teqandine çûne emniyetê û gilî kirine. Bi eşkerahî gotine zarokên min tiştek dikin haya we jê hebin. Lê ewlehî nehatin girtin. Ev zarok yek xwe li Pirsûsê yek ji xwe li Enqerê diteqîne. Piştî wê jî yek ji kesên ji qetlîaman re pêşengtî kirine Denîz Buyukçelebî û Îlham Balli li nexweşxaneyên Tirkiyeyê tên tedawîkirin. Ev rastiyan di çapemeniyê de hatin parvekirin. Ger ev kesan bikaribin bi awayek azad werin Tirkiyeyê û tedawiyê bibînin, em ne dikarin qala demokrasiyê bikin ne jî qala edaletê. Em ne jî dikarin bêjin dewlet hewil dide van qetlîaman ronî bike. Ev bi kêr siyaseta îqtidarê hat. Ronînekirina van qetlîaman jî vê nîşanî me dide. "
 
‘Berxwedan me li ser lingan digire’
 
Hatîce da zanîn berxwedan wan li ser lingan digire û ev tişt got:"Îqtidara heyî difikire ku ew ê bi qetlîaman, bi van hovitiyan re li ser rêveberiyê bimîne. Bi van yekan re jî peyama ku hûn nikarin li hemberî me tiştekî bikin didin. Lewra li her deverî malbat xwe rêxistin dikin û bi piştevaniyê xwe bi hêz dikin. Ji Pirsûsê heya Enqereyê daxwazên me yên edaletê zêde dibin. Berxwedan û piştevanî me li ser lingan digire. Ger em dev ji vê yekê berdin jixwe em wijdan winda dibe. Em neçarin heya dawiyê hesabê vê bipirsin. Ger piştevanî û xwerêxistinkirin tune be em bimînin li benda hatina edaletê wê çênebe. Encex em wê edaletê bi dest bixin. Divê herkes jî ji bo vê dengê xwe derbixe. Bêdengî tiştekî çareser nake. Şoreşa Kobanê ji bo me mînaka herî baş e ku em bigirin dest.”
 
‘Piştevanî dide jiyîn’
 
Hatîce herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em di 7’emîn salvegera komkujiyê de şehîdên Pirsûsê bi bîr dixin. Yên ku bûne şahidê van qirkirinan û malbatên wan şehîdan jî heman êşê parve dikin. Ev êş jî hîna weke ku nû çêbûye tê bibîranîn. Heya ku edalet cihê xwe nebîne jî ev êş wê nûbûna xwe biparêze. Li dijî jibîrkirinê her roj barê me girantir dibe. Ji bo bidestxistina edaletê jî ez ji herkesî vedixwînim piştevaniyê.”