'19'ê Tîrmehê bi destkeftiyên jinan gihaştiye roja îro'

  • 09:02 20 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Endama Komîteya Jinê ya Kantona Şehbayê Sîham Elo behsa guhertinên ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di jiyana wan de hatin çêkirin, kir û wiha anî ziman: "Banga min ji hemû jinên cîhanê bi taybet ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji hemû pêkhateyan heye ku divê bibin yek dest, yek rih û tevlî vê şoreşê bibin. Her wiha xwe nas bikin."
 
Şoreşa 19'ê Tîmehê ya ku ji Kobanê dest pê kir û heya niha dewam dike, dengvedanek pir mezin û bi bandor di tevahî cîhanê de derxist pêş. Ev 10 sal li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derbas bûye, lê bi rastî guhertinek mezin da avakirin bi taybet di jiyana jinên ji pêkhateyên ereb. Herêma Şehbayê jî yek ji herêmên ku sê pêkhate tê de dijîn û 7 salan di bin serweriya dagirkeriyê de maye. Ji ber vê yekê jî jinên Şehbayê her roj bi zextê malbat û kevneşopiyên ku li ser wan hatine ferzkirin re rû bi rû mane. Bi vî awayî jinên Şehbayê di nav sînoran de mane. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinên Şehbayê jî guhertin di jiyana wan de çêbû û karîbûn zincîrên koletiyê bişkînin. Her wiha  rêxistina xwe ava kirin û bi awayekî çalak di nav civakê de kar dikin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Jinê ya Kantona Şehbayê Sîham Elo ji ajansa me re axivî. 
 
'19'ê Tîrmehê bi destkeftiyên jinan gihaştiye roja îro'
 
Sîham Elo di destpêka gotinên xwe de behsa destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û wiha vegot: "Ji 2011'an û vir de şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, her wiha di 19'ê Tîrmehê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Bi rastî ev şoreş gelek zengîn û dagirtî bû. Em dikarin bêjin ev şoreş bi xwe şansek pir mezin bû ji bo me gelê kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet weke jin em dikarin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî roja vejînê pênase bikin. Ev şoreş jî bi pêşengtiya jinê û kar û xebata ku jinê meşandiye gihaştiya roja me ya îro. Ji ber ku me tu carî bawer nedikir ku rojek were û em weke jinên Şehbayê ji sînorê malbatê derkevin û kar û xebatên bi vî rengî bidin meşandin, ji  bo vê ev şoreş ji bo me gelek bi wate ye û girîng bû ku em cih di şoreşê de bigirin. Ji ber ger ev şoreş neba û derbasî herêmên me jî neba wê heya niha em ê di nav civakê de hatibana çewisandin."
 
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bandorek pir mezin kir'
 
Sîham Elo diyar kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê 19'ê Tîrmehê bandor û guhertinek mezin di jiyanam wan de çêkir, weke jinên Şehbayê û wiha dom kir: "Rêber Apo got ku şoreşa me şoreşa jinê ye û girîngî pir da jinê ji ber vê yekê ev şoreş bi rastî bandor û wateyek pir mezin li tevahî Rojhilata Navîn kir. Bi taybet jî li jinên Şehbayê. Ji  ber vê yekê em dibînin ku jinên Şehbayê yên ku jiyana xwe tenê bi malbat û zarokan re derbas kirine, di vê şoreşê de îro carek din derdikevin qadan û dengê xwe bilind dikin û xwe bi rêxistin dikin. Em dibînin ku îro jinên Şehbayê sînora kevneşopî û oldariyê derbas kirine, niha jî cihê xwe di komîn, meclîs û xebatên xweser de digirin. Ruxmî ku heya roja îro gelek caran di dagirkeriyê re derbas bûn, lê dîsa jî karîbûn li dijî desthilatdariyê têbikoşin. Rast e ev yek bi rojek û du rojan nebû pir têkoşîn hat kirin heya me karîbû vê encamê bi dest bixin. Di 2018'an de Meclîsa Jina Azad a Şehbayê hat avakirin, ev jî gavek pir mezin bû ji bo me û bi taybet ji bo pêkhateyên din ên di herêmê de. Dema ku ev meclîs hat avakirin destpêkê karê me li ser bingeha bi rêxistinkirin û hişyarkirina jinan bû,  ji bo ku em bikaribin jinan ji wê zihniyeta kapîtalîst xelas bikin me hemleyên hişyariyê dest pê kir. Bi rêya van hemleyan me xwest ku jin destpêkê nasnameya xwe nas bikin her wiha bizanibin ku rol û misyona wan di civakê de çiye."
 
'DAIŞ zexta herî mezin li ser jinê dimeşand'
 
Sîham Elo di gotinên xwe de behsa zehmetî û zilma ku di dema dagirkeriyê de pêk hatine, kir û wiha bi lêv kir: "Dema ku herêma me di bin dagirkeriyê de bû me gelek êş û astengî dîtin, 7 salan em di bin serweriya dijmin de jiyan. Her tişt li ser me hat ferzkirin hem di aliyê cil û bergên reş a di bin navê ola Îslamê de û hem jî di bin navê şermê de em hatibûn helandin. Me nedikarî ku em ji malên xwe derkevin hema em rastî hovîtiya çeteyan dihatin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê her tim zext dabû ser jinê. Ji ber vê yekê jiyan pir bi sînor û ne xweş bû.  Lê dema ku şervanên me herêm ji destê çeteyan rizgar kirin bi rastî jiyan di wê demê de dest pê kir. Heya niha jî piranî gundewarên Şehbayê di bin serweriya dagirkeriyê de ne û nehatine rizgarkirin."
 
'Jinên ku dixwazin tevlî vê şoreşê bibin divê têkoşînê bikin' 
 
Sîham Elo da zanîn ji ber ku ew ji pêkhateya kurd e zehmetî nekişand ji bo tevlî kar bibe lê jinên din gelek astengî dîtin ji bo tevlî nava rêxistinê bibin û wiha pê de çû: "Ji ber ku ez kurd im min pir astengî nedît ji bo tevlî kar û xebatê bibim, lê jinên din gelek astengî dîtin û heya niha jî dibînin ji bo ku tevlî kar û xebata me bibin. Di Kantona Şehbayê de sê pêkhateyên kurd, ereb û çerkes hene. Ji ber vêya astengî di destpêkê de hebûn. Ji ber ku her tim di bin bandora ol de mabûn, ji ber wisa di mejiyê wan de hat çandin. Jinên ku xwestekên wan hebana tevlî kar bibin malbat li pêşiya wan dibin bend ji ber ku her tim di bin navê ku şerm e de jin hatine astengkirin. Ev zihniyet heya niha jî heye. Lê em weke jin cihê xwe di meclîse de digirin, hevalên mêr ên li kêleka me kar dikin pir me qebûl nakin. Heya niha em di nav kar û xebatê de têkoşîna vê yekê dikin ji ber ku ne jinê li kêleka xwe qebûl dikin û ne jî nêrîna wê qebûl dikin. Ji ber vê yekê berxwedanek mezin li hember vê zihniyetê pêwîst e. Divê ku hemû jin bibin yek û di malbatê de jî tekoşîna vê yekê bikin."
 
'19'ê Tîrmehê roja vejînê ye' 
 
Sîham Elo di dawî de xuya kir ku 19'ê Tîrmehê ji bo wan rojek vejînê ye û bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku berê xwe bidin nav xebatê û cihê xwe di vê şoreşê de bigirin  û wiha bi dawî kir: "Banga min ji hemû jinên cîhanê bi taybet ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan heye. Divê bibin yek dest, yek rih û tevlî vê şoreşê bibin û xwe nas bikin. Ji bo ku em bi ser bikevin û jiyanek azad û hevbeş ava bikin. Ji ber ku şoreşa 19'ê Tîrmehê roja vejînê ye. Ji ber vê yekê divê ku em hemû jin li ku derê dibe bila bibe, em têkoşîna li dijî zihniyeta mêrê serdest bikin û projeya Netewa Demokratîk ji xwe re esas bigirn."