Xeyalên Hatice Ezgi li kampusê didin jiyîn

  • 09:06 19 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Rozerin Gultekin
 
STENBOL - Xwendekara MSGSU'yê ya ku xeyalên Hatice Ezgi Saadet a di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da dide jiyîn da zanîn ku ew dixwazin xeyalên Haticeyê pêk bînin. 
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsa Rihayê 33 ciwanên şoreşger xwestin li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê alîkariya zarok û gelê Kobanê bikin lê belê bi êrişa DAÎŞ'ê hatin qetilkirin. Yek ji ciwanên hat qetilkirin xwendekara Zanîngeha Hunera Xweşik a Mimar Sinan(MSGSU) Hatice Ezgi Saadet bû. 
 
Fikrên wê li zanîngehê belav bû
 
Hevalên Haticeyê ev 7 sal in faliyetên cuda didin meşandin û hewl didin fikrên wê xeyalên wê li zanîngehê belav bikin. Xwendekara MSGSU'yê Yasemin Aladag derbarê Haticeyê de tîne ziman ku ew wekî ciwan bi rihê 33 kesan serî hildidin. 
 
'Bi zaneyî ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin'
 
Yaseminê bi lêv kir ku 33 ciwanên şoreşger bi hevkariya DAÎŞ û AKP'ê hatin qetilkirin û wiha lê zêde kir:"Ev kesana ji aliyê dewletê ve bi zaneyî hatin qetilkirin. Kobanê ew cih e ku divê hem jin hem jî ciwanên tên çewisandin li wir bi hev re bijîn. Kobanê bi têkoşînê hat bidestxistin." 
 
Bibîranîna Haticeyê li kampusê tê jiyîn
 
Yaseminê da zanîn ku wê bîre bîr Haticeyê nas nekiriye û got:"Piştî qetilkirina wê hevalên wê yên polê rojbûna wê pîroz kirin. Cara ewil min ew wiha nas kir. Tê gotin ew xwediyê kesayete bextewar û bi kelecan bûye. Hatice ji bo bibe şahidê Şoreşa Rojava çû. Jin li Kobanê, Stenbol, Amedê li her derê cîhanê li berxwe didin. Hatice ji bo wan bi tenê nehêle li berxwe da. Videoyeke Haticeyê ya dema diçû Pirsûsê û digot ew xwedî li şoreşê derdikeve heye. Hatice îro ji nûnereke mezin a Zanîngeha Mimar Sinan e. Em hewl didin bibîranîna Haticeyê li kampus û kuçeyan bidin jiyîn. Em di rojbûna Haticeyê de û di salvegera komkujiya Pirsûsê de dengê Haticeyê bilind dikin. Îktidar her çiqas bixwaze dengê kesên serî hildide ji dîrokê paqij bike jî em ê bibîranîna Hatice Ezgî û têkoşîna wê bidin jiyîn."
 
'Em wekî ciwan bi rihê 33 kesî serî hildidin'
 
Yaseminê bi lêv kir ku gelek kes piştî Haticeyê hat qetilkirin di bin bandora têkoşîna wê de mane û wiha got:"Haticeyê her tim digot divê li dijî şer aştî bê parastin. Em jî têkoşîna Haticeyê didomînin. Hemû komkujî bi hev girêdayîne. Loma divê em li dijî zextan li kampus li kuçeyan li berxwe bidin. "
 
'Vana polîtîkayên şer ên dewletê ne'
 
Yaseminê bi lêv kir ku ji bo ew fikra Haticeyê li zanîngehê bidin jiyîn û ji bo xwendekarên nû tên Haticeyê nas bikin ew şitilan li zanîngehê diçînin û wiha got:"Ji 2015'an vir ve ye em li cihên cuda şitilan diçînin. Dema em lê dinêrin bêhiqûqiyeke mezin heye. Ger berpirsê komkujiyan bihatan girtin ew ê ewqas komkujî çênebana. Tevî ev 7 sal ji ser komkujiyê derbas bûye jî tenê Yakup Şahin tê darizandin. Ger bersûcên Komkujiya Pirsûsê bihatana girtin wê Komkujiya 10'ê Cotmehê pêk nehata. Cezayê girtîgehê didin birîndarên Pirsûsê. Dozê li malbatên zarokên wan li Pirsûsê hatine qetilkirin vedikin. Vana polîtîkayên şer ên dewletê ne."
 
Wê di 20'ê Tîrmehê de li ber Operaya Sureyya bin
 
Yaseminê ji bo çalakiya derbarê salvegera komkujiya di 20'ê Tîrmehê de bang kir û got:"Em dibêjin ji bo Pirsûsê û ji bo herkesî edalet û em têkoşîna xwe mezin dikin. Xwestina edaletê ya ji bo Pirsûsê xwestina edaletê ya ji bo Pinar Gultekin a ji bo 10'ê Cotmehê ye. Em ê di 7'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de li ber Operaya Sureyya bin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku werin vir. "