Ji bo Konferansa Jinan a Navendî bang: Em bersivê bidin desthilatdariyê

  • 09:03 20 Gulan 2022
  • Ramyarî
STENBOL - Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Rojîn Keskîn beriya 4’emîn Konferansa Jinan a Navendî ya Mezin ya di 21-22’yê Gulanê de ji aliyê Meclîsa Jinên HDP’ê ve pêk tê bang li jinên ciwan kir û da zanîn ku divê bi tevlibûnek xurt bersiva desthilatdariyê bê dayîn.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21-22’yê gulanê de 4’emîn Konferansa Jinan a Navendî ya Mezin wê pêk bîne.  Beriya Konferansa Navendî di konferansê herêmî de bi hezaran jin hatin gel hev û gelek mijar nîqaş kirin.
 
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Rojîn Keskîn der barê Konferansa Jinan a ku wê di 21-22’yê Gulanê de pêk bê nirxandin kir. 
 
‘Hewl didin hebûna me bi giştî paqij bikin’
 
Rojînê da zanîn ku sala dawî de partiya wan bi gelek provakasyonan re hatiye rû hev û yên ji vê bi bandor dibin piranî jin û ciwanin û wiha vegot: “Di şexsê jinên ciwan de civak jî ji vê bi bandor dibe. Em di alî aborî û siyasî de bi bandor bûn. Hevalên me hatin girtin binçavkirin û jinên ciwan hatin revandin. Rewşên sîxurkirinê hatin jiyîn. Pere pêşniyarê jinên ciwan kirin û fuhuş lê hatin ferzkirin. Em bi desthilatdariyeke ku dixwaze hebûna me tune bike re rû bi rû ne. Di dilê her jina ciwan de hesta azadiyê heye. Lê malbat zemînê navdin vê. Desthiladariya ku jina ciwan tune dike malbatan rêxistin dikin û jinên ciwan tune dihesibîne. Ji ber vê em li ser mijarên me xwegîhand çiqas jinî, me îsal çi kir, me çiqas rêxistin kir, sekînin.”
 
‘Îdiaya me heye’
 
Rojînê destnîşan kir ku desthilatdarî bi polîtîkayên taybet hewl dide jinên ciwan bê hest bihêle û li dijî vê ev pêşniyar kir: “Em ê bi berxwedanê bersiva vê bidin. Em di berxwedanê de bi israrin û em ê li dijî vê têbikoşin. Em berbi Kongreya mezin ve diçin û em berxwedana li dijî zîhniyeta mêr nîqaş dikin. Jinên rêxistinkirî di hedefê de ne. Denîz Poyraz di êrişa li hember HDP’a Îzmîrê de ji aliyê gumanbar Onur Gencer ve hat qetilkirin. Bi vê qetilkirinê hewl dan bersivekê bidin jinan. Ev nîşan dide ku ji jinên kurd gelek ditirsin.”
 
‘Desthilatdarî ji ser çandê berê xwe dide ciwanan’
 
Rojînê bi lêv kir ku der barê wekheviya zayenda civakî de gelek bername, atolye û seyran pêk anîne û wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî hewl dide ji ser çandê berê xwe bide ciwanan. Kesên çanda wan tune tune bûne. Çanda kesekî di heman demê de nasnameya wê ye.”
 
‘Wê bersiva desthilatdariyê bê dayîn’
 
Rojînê balkişand ser tehdîda polîsan a li Ayşe Acar Başaran hatiye kirin û got ku ev li hember hemû jinan hatiye kirin û ev bertek nîşan da: “Em ê bersiva vê di Kongreya Navendî de bidin. Em jinên ciwan û meclîsa ciwanan û jin wê li bersiva xwe bidin. Em ê kongreya xwe bi coş pêk bînin. Wê bersiva me mezin be. Bersiva herî mezin jinên ciwan didin dijmin. Li dijî şer jî bersiva herî mezin jin didin. Armanca me ev e ku em bi coş hebûna xwe bi kongreya xwe bi desthilatdariya faşîst bidin hîskirin.”