Malbatên girtiyan li ber ATK'ê banga 'Heq, hiqûq, edaletê' kirin

  • 14:24 18 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li ber avahiya ATK’ê ya Amedê pêk hat û malbatên girtiyan diyar kirin ku tenê dixwazin edalet pêk bê. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li ber avahiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a li Amedê pêk hat. Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn. 
 
Li ser navê malbatên girtiyan Herdem Merwanî axivî û got: "Demek dirêje em çalakiya 'Nobeta Edaletê' pêk tînin. Ne ji bo xwe û girtiyên xwe, ji bo hemû girtiyan û ji bo mirovahiyê em li vir in. Ev çalakiyeke wijdaniye. Çawa çavê xwe ji vê şîkî û gunehê re bigirin. Êdî girtîgeh bûne cihê mirinê. Gelek kesî soz da, lê soza xwe pêk neanîn. Me her roj rewşa girtiyan ragihand. Jiyana hemû girtiyan niha di xeterê de ye. Bavê min nexweşe û ez di nava tirsek mezin de me. Yên ku soz dane, yên ku tiştek ji destê wan tê bila bilezgînî bikin. Ger armanca we hebe niha pêkbînin. Em edaletê dixwazin."
 
Daxuyanî bi diruşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.