Dayikên Cizîrî: Birînên kurdan bi xiyanetê nû dikin

  • 10:47 18 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê yê ku zarokên wan di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn qetilkirin bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re dan û gotin: "Dewleta Tirk neyar e. Em baş dizanin ku neyar nabin dost. Mixabin Barzanî ji Erdogan xirabtir bû. Li Cizîrê bi kimyasalê zarokên me kuştin û îro jî li Zap, Avaşîn û Metînayê zarokên me bi kimyasalê tên kuştin."
 
Êrişên Dewleta Tirk ên li hemberî Qada Parastina Medyayê ya Herêma Federal a Kurdistanê ya ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tê didome. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên Dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê didomin. Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn  qetilkirin bertek nîşanî operasyonan dan. 
 
'Em şer naxwazin' 
 
Dayika, Star Ozgur ê ku di jêrzêmînên Cizîrê de hatiye qetilkirin Zekiye Ozgur (50), bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re da û got: "Ez Barzanî şermezar dikim. Em şer naxwazin. Ji mala min herkes çû û hilweşiya lê bila mala tu kesekî din ne hilweşe, bila dilê tu dayikan neşewite. Bila vê xwînê bidin sekinandin. Kurê min û hevalên wî bi kîmyasalê hatin şewitandin. Bedenê wan bibûn xwelî. Me cenazeyên zarokên xwe di poşetan de veşartin. Ev 6 sal in hêstên çavên me nasekînin. Ev ê ku Zap, Metîna û Avaşînê tên qetilkirin jî bira û zarokên me ne. Kesê ku dibe sedemê kuştina zarokên me xwedê jê re nehêle. Li Cizîrê bi kîmyasalê zarokên me kuştin, niha li Zap, Avaşîn û Metînayê jî bi kîmyasalê zarokên me tên kuştin."
 
'Min cenazeyê kurê xwe nas nekir'
 
Yek ji kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatiye qetilkirin jî Kerem Adigûzel ê 23 salî bû. Kerem hat kuştin û birayê wî jî hat girtin. Dayika wan Rabîa Adiguzel (50), jî anî ziman ku careke din zarokên wan bi kîmyasalê qetildikin û ev tişt got: "Ew tiştê ku hatiye serê Cizîrê nehatiye serê tu kesî. Li Cizîrê zarokên me bi zindî qetilkirin. Yek kurê min girtin û yek jî di jêrzemînan de qetilkirin. Dilê min şewitî, yê cîranê min şewitî lê ez naxwazim ku dilê tu dayikan bişewite. Mesut Barzanî rê dide Tirkiyeyê û birayê xwe dikuje. Em naxwazin ku birakujî çê bibe. Em dayik in em şer naxwazin. Ê ku jêrzemînan de hatine qetilkirin hemû zarokên me bûn. Hemû 16-18 salî bûn. Xwîn rijandin tişteke hêsane. Bila bes zarokên me bikujin. Min cenazeyê kurê xwe nas nekir. Cenazeyê wî şewitî bû. Ma ez ê vê çawa jibîr bikim. Ev ê ku kîmyasalê bikar tînin ji xwedê natirsin. Barzanî rê dide kuştina zarokên me. Bila bes xwînê birêjin."
 
'Birînên Cizîrê hêj nekewî ne'
 
Xunav Cagli (68) a ku neviyê xwe Firat Cagli di jêrzemînên Cizîrê winda kirîbû, bi lêv kir ku birînên Gelê Kurd bi xiyanetê careke din nû dikin û wiha axivî: "Îro Dewleta Tirk çi bike bêminete. Lê tişta ku îro Barzanî dike ji dijminatiya wan mezintire û xerabtire. Dewleta tirk dibêje bila kurd li ser erdê şîn be. Lê Barzanî xêre, çi heqê wî heye ku wiha dike. Çima rê dide Dewleta Tirkan. Bila Barzanî xiyanet li me neke, bila ji me re tu têkoşînek jî neke. Ew tiştê ku hatiye serê me em ê tu caran jibîr nakin. Birînên Cizîrê hêj nekewî ne. Zilm û zordarî li me hate kirin. Zarokên me şewitandin. Cenaze nedihatin naskirin û hin cenaze hêj winda ne. Heman tiştî îro li Zap, Metîna û Avaşînê dikin.” 
 
'Barzanî ji Erdogan xirabtir bûye' 
 
Necat Kuçuk (66), a ku 2 birayên wê di salên 1990'an de ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û 2 kurên wê Egît û Adil jî di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin, wiha nêrînê xwe anî ziman: "2 birayên min û 2 kurên min kuştin. Ez ê çawa jibîr bikim. Dewleta Tirk neyar e. Em baş dizanin ku neyar nabe dost. Kurdistan bû dewlet em keyfxweş bûn û me got ku wê her çar parçe bibin yek. Lê mixabin Barzanî ji Erdogan xirabtir bû. Ew ne kurd e, heger kurdbûya ev nedihat serê me. Şerme ku em bibêjin ew kurd e. Neçîrvan Barzanî diçe bi Erdogan re hevdîtinê dike, ala Erdogan pişt wî ye. Ma ev ne şerme? Tirk tu caran nabe birayê me. Bila Barzanî pişta xwe nede Erdogan. Erdogan çi anî serê me wê heman tiştî bîne serê wî jî. Li Başûrê Kurdistanê girek nema ye ku baregeha Tirkiyeyê lê tune ye. Barzanî rê daye tanq û topên xwe birine û li ser serê zarokên me dibarîne. Heta ku dilopek xwîn laşê me de bimîne em ê pey doza zarokên xwe bin.Yê tanq û topên xwe tîne li ser axa me û yêkitiya me xerab dike.Em biratî û tifaqiya Barzanî naxwazin. Em ê çawa bi xiyanetê re biratiyê bikin? Em kurdatiya kesên ku dibe sedemê kuştina zarokên me naxwazin."