‘PDK’ê ji Halepçeyê ders dernexist’

  • 09:05 18 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL - Jinan bertek nîşanê êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê dan û gotin: “PDK’ê ji Halepçeyê ders dernexist gelo? Gelo nizane ku zirar da xwe û mirovahiyê?”
 
 Erîşên AKP-MHP’ê yên bi piştgiriya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li hember Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin didomin. Li hember Zap, Metîna û Avaşîn bombebaran didome.  Ji her alî jî li hemberî Dewleta Tirk bertek tê nîşandan û riya çareseriyê jî yektiya Kurdan tê nîşandan.
 
Jinan bertek nîşanê êrîşan dan û diyar kirin ku wê bi saya laçikên spî azadiyê bîne.
 
‘Barzanî  ji bo berjewendiya xwe tevdigere’
 
Dayika Aştiyê Rahîme Turan da zanîn ku şer zirarek mezin dide jin, zarok û civakê û wiha vegot: “Şer xizaniyê jî bi xwe re tîne. Gelo PDK’ê hîna fêm nekiriye ku şer zirarê dide mirovahiyê, gelo ji Halepçeyê tiştek fêm nekir? Divê ev neyê jibîrkirin. Tirkiye hemû sermaya xwe ji şer re vediqetîne. Şer gelan diqedîne. Fêdeya wê ji kesî re tune. Em naxwazin ne gerîla, ne jî leşker bimirin. Bila kezeba dayikan neşewite. Barzanî tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere.”
 
‘Em dest ji têkoşînê bernadin’
 
Dayika Aştiyê Muhmbet Dîşlî destnîşan kir ku êrîşên li hember Kurdan bi salane didomin û got: “Ez û malbata xwe jî bi êrîşan re hatin rû hev. Zext û zordarî hertim hebûn. Bêyî êrîşên leşker û polîsan roja me derbas nabe. Em surgunê Îzmîrê hatin kirin, me zilm dît. Lê tevî vê me dest ji têkoşînê berneda. Me gelek şehîd dan. Girtiyên me hene. Lê me tu car dest ji têkoşînê berneda.”
 
‘Şer bi hevkariya PDK’ê tê kirin’
 
Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (ANYAKAY-DER) Sultanî Yagmekan jî wiha bi lêv kir: “Şerê dewleta Tirk li hember Başur, Rojava û Şengalê daye destpêkirin bi hevkariya Barzanî tê kirin. Barzanî piştgiriyê dide. Ger Barzanî wisa tevnegeriyana wê Tirkiye nikaribûna biketa Başur. Helwesta Barzanî şaş e. Divê demldest jê vegere.  Divê her kes li dijî vî şerî raweste.”
 
‘Bila dest ji axa me berdin’
 
Hevseroka HDP’a Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk jî bertek nîşanê Barzanî da û ev nirxandin kir: “Bila Barzanî cilên leşkerên Tirk li leşkerên xwe neke û zarokên me şehîd neke. Êdî bes e, dilopek xwîna me hebe jî em ê li cem gelê xwe bin. Bila Dewleta Tirk tank û topên xwe ji ser axa me bikşînin. Ez bang li dayikên leşker û cerdevanan dikim. Cenazeyên leşkeran vedişêrin û rastiyan nîşan nadin. Ji ber bertekên malbatan rastiya hejmara cenazayan nabêjin. Bila hemû dayik ji ber vê rabin ser piyan.”
 
‘Wê laçikên spî azadiyê bînin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Sevda Cengîz jî diyar kir ku yên herî zêde ji şer zirarê dibînin jin û zarokin û got qirkirina niha tê kirin bi armanca hewldana tunekirina Kurdane, laçikên spî yên dayikan wê azadiyê bînin.
 
‘Dayik wê şer rawestînin’
 
Xizma Girtî Kumrî Akgul a di Nobeta Edeletê de cih digire jî ev nirxandin kir: “Şer û girtîgeh ji hev ne qutin. Em tenê edeletê dixwazin. Bila zarokên me nemirim. Em Barzanî şermezar dikin. Nobeta me jî wê bidome. Ez bang li dayikên girtiyan dikim. Bila hemû kesên edeletê dixwazin destê xwe bidin me. Em her pêncşem saet di 13.00’an de li Çaglayanê ne. werin em zarokên xwe bi hev re azad bikin.”