Leman Kîraz: Me girîngiya aştiyê nîqaş kir

  • 09:01 18 Gulan 2022
  • Rojane
 
 
Oznur Deger
ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a  HDP’ê Leman Kîraz Konferansa Giştî ya Jinan a HDP’ê ya ku wê 300 jin tevli bibe nirxand û got: “Jin û zarok herî zêde ji şer zirarê dibînin. 260 mîlyon çû ji çek û polîtîkayên ewlehiyê re. Niha li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrîş pêk tê. Ev bi pereyê bêrîka jinan tê kirin. Aştî ji bo jinan çiqas girînge hat axaftin.”
 
Beriya 5’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya di 3’ê Tîrmehê de pêk tê, Meclîsa Jinan a HDP’ê Konferansên Jinan yên Herêmê pêk anîn. Di 5’ê Gulanê de li Behra Reş, 8’ê Gulanê de Anatolya Navîn, 13’ê Gulanê de li Serhed, Ege û Marmarayê û herî dawî di 16’ê Gulanê de li Çukurova û Amedê pêk hatin. Piştî konferansên heremê wê di 21-22’ê Gulanê de Kongreya Giştî ya Jinan li Enqereyê pêk bê.
 
Endama meclîsa Partiya HDP’ê û endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Leman Kîraz der barê amadekariyên konferansa giştî de axivî.
 
Wê herî kêm 300 jin tevli bibin
 
Lemanê da zanîn ku beriya konferansê li hemû herêman civînên amadekariyê pêk anîne û bi delegeyên ji wir hilbijartine wê konferansê pêk bînin û got: “Herî kêm wê 300 jin tevli bibin. Yek ji mijarên bên nîqaşkirin mijarên di konferansên herêmî de pêk hatine ye. Sernavên ji konferansa derkevin wê di kongreya 3’ê Tîrmehê de bikevin bin biryarê. Li hemû navendên hatine diyarkirin nîqaş tên meşandin û piştre biryara wan tê girtin û di kongreya mezin de wê bê erêkirin. Em konferansa xwe bi  dirûşma ‘Em di azadiyê de bi biryar, di têkoşînê de bi israr in’ pêk tînin."
 
Di konferansê de rêya sêyemîn hat destgirtin
 
Lemanê di berdewamiyê de wiha vegot: “Pêvajoya ku konferans pêk hatine mixabin pêvajoyeke ku zextên li ser Kurdan zêde bûne, de pêk hat. Konferans di vî alî de girîng bû. Konferans asteke girîng a têkoşîna bi salan tê dayînê ye. Li her qada em lê ne di her şertî de em tên gel hev. Me di her derfetê de got divê ev pergal biguhere û divê em li dijî mîlîtarîzmê bin. Bi riya sêyemîn me got em jiyanek nû hedef dikin. Di konferansê de em bi taybet li ser vê sekinîn.”
 
Polîtîkayên çandinî û koçberiyê
 
Lemanê her wiha balkişand ser sernavên di konferansa Herêma Anatolya Navîn de derketine pêş û ev tişt bi lêv kir: “Em li vê jiyanê û li vê erdnîgariyê ne lê her kesî para xwe ji zilma AKP-MHP’ê girt. Anatolya Navîn bi salane wek kewara genim tê dîtin. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê çandinî axivîn. Me got ku di çandiniyê de şûndeketinek mezin heye. Sedema vê jî polîtîkayên çandiniyê yên desthilatdariyê ne. Di vî alî de pêşniyar derketin pêş. Me got em dikarin çawa bibin alikar û çawa pisgirêkan dikarin çareser bikin. Her wiha me mijara penaberan jî nîqaş kir. Zimanê nefretê yê li hember penaberan ji  ber zimanê desthilatdariyê pêk tê. Rewşa penaberên jin hat nirxandin.  Me di konferansê de balkişand ser  rewşa jin û zarokên êzidî yên hatine revandin. Em fêrbûn ku jin û zarokên êzidî li Herêma Anatolya Navîn derketine holê. Li wir di hinek xaniyan de hatine girtin. Em ê vê di konferansa giştî de bînin ziman. Ev rewş pirsên wekê ‘gelo li herêma Antaloya Navîn polîtîkayek taybet heye?  Di bin vê de sedemên cuda hene?’ tîne hişê mirovan.”
 
‘260 mîlyon ji çek û polîtîkayê ewlehiyê re xerc kirine’
 
Lemanê balkişand ser polîtîkayên şer yên desthilatdariyê û wiha bi lêv kir: “Jin û zarok herî zêde ji şer bi bandor dibin. Ev wek krîza aborî, tacîz û tecawiz li jin û zarokan vedigerin. Lê ligel vê li welat butçeyek mezin ji şer re tê veqetandin. 260 mîlyon li çek û polîtîkayên ewlehiyê hatine xerckirin. Em dizanin ku xizanî ji ber vê diqewime. Ev xizaniya jinê jî giran dike. Niha ji derveyê sînorên me li hember gelek gelan êrîş pêk tên. Bêguman ev pere ji bêrîka jinan tê girtin. Her wiha dîsa binpêkirinên mafan yên li girtîgehan nîqaş kirin. Qirkirina jinan bûye polîtîka dewletê. Li hember jinan operasyonek qirkirinê heye. Em ê van sernavan di konferansa xwe ya giştî de nîqaş bikin.”
 
‘Jiyana nû wê bi hev re bê hûnandin’
 
Leman li ser riya sêyemîn jî nirxandin kir û daxuyakirin ku wê hebûna jinan di nav riya sêyemîn de jî nîqaş bikin û wiha dawî lê anî: “Em ê di konferansê de bînin ziman ku em bi jinan re dimeşin û di rêya sêyemîn de demokrasiyê bi pêşengiya jinan tînin. Em ê jiyana nû bi hemû jinan re bihûnin. Jiyana nû wê bi jinan bê avakirin.”