‘Bila leşker ji gundê me derkevin’

  • 09:11 17 Gulan 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Jinan diyar kirin ku bi GBT’ê dikarin bikevin gundê wan yên di ‘Herêma Ewlehiya Taybet’ ya Colemêrgê de dimîne û her wiha gotin axa wan ji destê wan tê girtin û vediguherînin qada leşkerî û gotin: “Em dixwazin wek berê derkevin zozanan û sewalên xwe xwedî bikin. Em dixwazin leşker ji gundê me derkevin.
 
Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Herêma Federal a Kurdistanê ku ji berê heta niha tên kirin, yên herî zêde bi bandor dibin kesên li sînor dijîn e. Di êrîşên nû tên kirin de koçberiyê li malbatan ferz dikin. Ji bo gund û gundikên Colemêrgê pêkanînên wek sînorkirina ketin û derketinê, ji bo nexweşxanê desturgirtinê anîne. 
 
Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 2017’an de daxuyanî da û got wê qedexeyên zozanan rabin. Tevî 7 sal derbas bûye jî hîna zozan û gundik tên qedexekirin. Li Colemêrg, navçeyên wê Çelê, Gever, Şemzînan û Derecîk bi hinceta ‘Herêma Ewlehiya taybet’ ketin û derketina 12 herêman hat qedexekirin. Yek ji van gundan jî gundê Êlê yê girêdayê Geverê ye. 
 
Sê malbat vegeriyan
 
Piştî êrîşên AKP-MHP’ê yên bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin şûnde ev pêkanîn hîn bêtir dijwar bûn. Emîne Atak da zanin ku di 1994’an de ji ber zextên dewletê neçar mane ji gundê xwe derkevin û piştî salan şûnde sê malbat vegeriyane  gund. Emîneyê wiha vegot: “Beriya em ji gundê xwe koçber bibin leşkeran her roj bi ser malên me de digirtin. Gundiyan ji ber zextan gund terk kirin. Operason dihatin kirin. Destur nedidan gundî tu tiştekî bikin.”
 
Sê kes girtin carek din venegeriyan
 
Emîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema valakirina gundan de kuştinên kiryar nediyar jî hatin jiyîn. Sê kes ji gund hatin girtin û carek din agahî ji wan nehat girtin. Ji ber zextên leşkeran gundiyan gund vala kirin. Ciwan û hemû mêr girtin û birin qerekolan. Îşkence li hemûyan kiribûn. Ciwan bi pey panzerê ve girêdan û heta Geverê kaş kirin. Ji ber vê îşkenceyê em ji gund derketin.
 
Gund bûye qada leşkerî
 
Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel valakirina gundan desthilatdariyê di bin navê ‘herêma ewlehiya taybet’ de gund qedexe kirin. Yên ne navnîşana wan li gund tune hîna jî nikarin bikevin gund. Dora gund hemû bi leşkeran hatiye girtin. Em xwediyê gundin. Lê heta em dikevin gundê xwe em zehmetiyan dikşînin. Axa me ye lê em nikarin bikevin gundê xwe. Em nikarin li vir li sewalên xwe binêrin.Me xaniyên xwe li vir hiştin û em çûn bajaran. Em dixwazin wek berê derkevin zozanan û li sewalên xwe binêrin. Em dixwazin leşker ji gundê me derkevin.”
 
‘Em ê serî netewînin’
 
Şêniya gund Suleyla Saygi jî destnîşan kir ku ji ber qedexeya gundan li bajaran bicih bûne û daxwaza xwe wiha anî ziman: “Em dixwazin ev qedexe rabin. Em dixwazin li gundê xwe li zozanên xwe rehet bijîn.Zarokatiya me li gundê me derbas bû. Em dixwazin li gundên xwe bicih bibin. Em ji ber qedexeyan dikarin bikevin gundê xwe. Em di bin zilmê de ne. Ez wek jinekê dibêjim, em vê zilma dewletê qebûl nakin. Çiqas zextê bikin jî em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Em tu car, Kurd wê tu carî serî netewtînin. Heta dawî em ê nasnama xwe, zimanê xwe biparêzin. Divê PDK demildest ji vê şaşiyê vegere.”
 
Destur digirin
 
Baran Sevgî jî bertek nîşanê opserasyonan û qedexeyan da û ev nirxandin kir: “Ji bo em biçin gundê xwe em neçarin destur bigirin. Bi salane em nikarin derkevin zozanên xwe yên aydê gundê me ne. Ji ber qedexeyan me sewal firotin û em ji gund derketin. Em ji bo berhevkirina pincarê tên gund, lê ji bo vê jî em neçarin destur bigirin.”