Ji jinan bang: Bila girtiyên nexweş bên berdan

  • 09:05 14 Çile 2022
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
WAN - Jinan diyar kirin ku di şexsê Aysel Tugluk de li hember hemû girtiyên nexweş pêkanînên dijmirovahî mijara gotinê ne û divê demildest dawî li vê pêkanînê bê, girtiyên nexweş bên berdan.
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe û li gorî daneyên ÎHD’ê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di sala dawî de 64 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û girtiyên rewşa wan giran dibin nayên dermankirin û terkî mirinê tên kirin. Malbatên girtiyan bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li Amed û Wanê li baroyan çalakiya ‘nobeta edeletê’ dan destpêkirin û çalakiya wan didome. 
 
Yek ji girtiyên nexweş ku rewşa wê giran e jî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya ji sala 2016’an de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê girtî ye.  Aysel pirsgirêkên giran yên tenduristiyê dijî û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Nexweşxaneyên cemawerî der barê rewşa Ayselê de rapora ‘ nikare li girtîgehê bimîne’ dan lê Saziya Tipa Edlî (ATK) berovajî vê rapor da.
 
Hefteya borî kampanya ‘ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ li ser înternetê hat destpêkirin û ligel Tirkiyeyê, ji Amerîka, Elmanya, Avustralya, Hollanda, Fransa, Swêd, Ingîlistan, Kuba, Îtalyayê jî jin tevlî kampanyayê bûn. Kampanya bi 8 zimanî hat weşandin û heta niha 6 hezar kesî îmze avêt kampanyayê.
 
 Jinên îmze avêtin kampanyayê der barê rewşa girtiyên nexweş de axivîn.
 
‘Divê Aysel Tugluk bê berdan’
 
Hevşaredara Ebexê Leyla Atsak ya qeyûm tayînê şûna wê bû got tevlî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî Aysel nehatiye berdan û wiha dirêjî dayê: “Aysel beriya bê girtin jiyana xwe da ser berxwedan û têkoşîna jinê. Aysel 5 sal e girtî ye û nexweş e. Rapora ‘nikare di girtîgehê de bimine’ danê. Divê Aysel bê berdan û bi awayekî rêk û pêk dermankirina wê bê kirin. Em jinên li qadan têkoşînê dimeşînin jî dixwazin demildest Aysel bê berdan. Ji ber dijhiqûqyên li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Divê ji bo dermankirinê girtiyên nexweş bên berdan.”
 
‘Ji bo girtiyên nexweş azadî’
 
Hevseroka Komeleya Alîgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) Edîbe Babur jî balişand ser rewşa girtiyan û bi lêv kir ku girtî nikarin tu mafên xwe bi kar bînin û ev tişt daxuyand: “Yek ji girtiyên nexweş Aysel e. Ji bo edelet ji Ayselê re pêk bê bi hezaran jin bûne yek. Em hem ji bo Ayselê hem ji bo girtiyên din azadiyê dixwazin. Cihên girtiyên nexweş ne girtîgeh e, malên wan e. Divê bi awayekî baş bên dermankirin. Di serî de Aysel û hemû girtiyên din yên nexweş divê bên berdan.”
 
Ji bo wezareta dadê bang
 
Hevseroka DBP’a navçeya Ebaxê Nuran Bagdur jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Aysel bi salane  girtiye û nexweş e. Rewşa wê her diçe giran dibe. Di şexsê Aysel Tugluk de divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û dermankirin. Em bang li wezareta dadê dikin; Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”