‘Bila deriyên Îmralî vebin û aştiyek mayînde pêk were’

  • 09:03 14 Çile 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Jinan destnîşan kir ku tenê bi şikandina tecrîdê jiyanek azad û aram pêkan e û wiha gotin: “Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Heta ku tecrîda li ser wî neyê bidawîkirin em ê hemû di bin tecrîdê de bimin. Em aştiyê dixwazin û êdî bila xwîn neye rijandin.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her roja ku derbas dibe girantir dibe. Biryarên nû ên  derbarê hevdîtina bi malbat û parêzeran re asta tecrîdê nîşan dide. Li hemberî tecrîdê bertek û nêrazîbûnên gel zêde dibin. Her wiha tecrîda ku li Tirkiyê û herêmê xwe wek rêbazek li dijî gel dide nîşandan her diçe rewşa civatê aloztir dike. Bi taybetî jî qeyrana aborî û polîtîkayên desthîlatdariya AKP-MHP’ê ku tên meşandin, dibe sedema nerazîbûnên gel. Jinan diyar kirin ku tecrîd di her qada jiyanê de xwe dide nîşandan.
 
Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Derguşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Windakirine (MEBYADER) ku di heman demê de yek ji xizma girtiyan e Halîme Topuz û ji xizmên girtiyan Meryem Turhan û Fevziye Kolakan derbarê binpêkirinên mafan û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de axivîn. 
 
‘Di nav tecrîdê de tecrîd heye’
 
Halîme Topuz destnîşan kir ku zext û gefa dewletê tim li ser cvakê zêde ye û wiha axivî: “Di destpêkê de tecrîda li ser birêz Ocalan şermezar dikim. Tecrîd di şexsê birêz Ocalan de dest pê kir û niha jî li ser gorîstanan, girtîgehan û bi giştî li ser civakê heye. Di nava mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin. Li girtîgehan di nav tecrîdê de tecrîd heye. Ev tecrîd herî zêde li ser Gelê Kurd tê meşandin. Kes nikare fikr û ramanên xwe bi awayekî azad bîne ziman. Li ser civakê tim zext û gefa dewletê heye. Tirkiyê bi xwe di nav kaosê de ye lê vê kaosê jî di ser kurdan re pêk tîne. Wê heta kengî wisa biçe. Lê êdî gel şiyar e û  hay ji wan polîtîkayên wan ên çewt heye û li dijî wan têkoşînê dide.”
 
‘Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiya kurdan dike’
 
Halîme, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê  (CPT) û nêzîkatiya Ewropayê ya li hemberê tecrîdê û diyar kir ku dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe  hevkariya vî sûcê tecrîdê dikin. Halîme,  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li seranserê cîhanê tê zanîn ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Lê belê li Îmraliyê 23 sal in tecrîdek berbiçav heye. Her wiha ev nêzî 8 meh in ji birêz Ocalan tu agahî nîne. Mafên hemû girtiyan heye ku bi parêzer û malbatên xwe re têkilî dayînin. Bila qanûnên xwe pêk bînin. Dewleta Tirk bi awayekî aşkere dijminatiya kurdan dike. Çima ew zilm û neheqiyê li kurdan dikin. Em pêkanîna hiqûq û edaletê  dixwazin. Her wiha bi taybetî jî  em bang li CPT'ê dikin. CPT divê erka xwe bîne cih û xwedî li navê xwe derkeve.”
 
‘Bila deriyên Îmraliyê vebin û aştiyek mayînde pêk were’
 
Yek ji xizma girtiyan Meryem Turhan jî axivî û destnîşan kir ku tenê bi şikandina tecrîdê jiyanek azad û aram pêkan e.  Meryem, diyar kir ku ew  tecrîdê di her qada jiyanê de hîs dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bila ev tecrîd li ser girtî û gelan rabe. Tecrîda zindanan her ku diçe girantir dibe. Em di hundirê mala xwe de jî di bin tecrîdê de ne, li derve jî di bin tecrîdê de ne. Em bi awayekî azad nikarin zimanê xwe jî biaxivin. Em dixwazin bila deriyên Îmralî vebin û pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Tenê bi şikandina tecrîdê aramî pêkan e. Ev 40 sal in em tenê aştiyê dixwazin. Ji bo vê aştiyê me gelek berdelên giran dane. Em şer naxwazin. Bila tecrîd bê bidawîkirin û ev şer biqede. Em jiyaneke aştiyane û azad dixwazin.”
 
‘Bila girtî serbest bên berdan’
 
Herî dawî jî  yek ji xizma girtiyan Fevzîye Kolakan axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan. Fevzîye anî ziman ku girankirina tecrîdê îro di girtîgehan de xwe dide xuyakirin û wiha axivî: “Ji ewilî heta niha jî zilm li ser me heye. Me tenê doza mafê xwe û hebûna xwe kir. Kîjan dem kurdan serê xwe bilind kirine wan hewl dane têkoşîna wan têk bibin.Tucarî  zilma li dijî hebûna me neqediyaye. Gava em behsa tecrîdê dikin divê em li rewşa zindanan û ya girtiyan  jî binêrin. Her roj mafekê wan tê binpê kirin û temasa wan ji derve tê qûtkirin. Niha zarokên me di bin zilm û tecrîda dewletê de li ber xwe didin. Em jî li derve li ber xwe didin û dixwazin bibin dengê wan.  Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe û girtiyên me serbest werin berdan. Em tenê aştî û aramiyê dixwazin.”