Rîham Hîco: Di hedefê de ne tenê Şengal, Kurdistan heye

  • 09:01 13 Çile 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Endama Kordînasyona TAJÊ Rîham Hîco têkildarî êrişên dewleta tirk û PDK'ê nêrînên xwe parve kir û got: "Tirkiye û dewletên derve ji bo Kurdistanê desteser bikin û bernameyên xwe pêk bînin di serî de dixwazin kurdan parçe bikin. Di nava Başûr de kurd dibin çend parçe. Ev jî me ber bi tunebûnê ve dibe. Pêwîst e kurd hişyar bibin û li dijî êrişan bikevin nava parastina rewa. Ketina Şengalê wê bibe ketina hikumeta PDK'ê jî. Ji ber ku di hedefê de ne tenê Şengal, Kurdistan heye."
 
Di demên dawî de PDK'ê bi piştgiriya dewleta tirk êrişên xwe yên li ser Şengalê giran kiriye. Bi taybet li dijî avakirina xweseriya Şengalê û rêxistinbûyîna gel êrişek taybet û fîzîkî tê meşandin. Di encama van êrişan de şervan û siyasetmedar di nav de gelek nîştecihên Şengalê jiyana xwe ji dest dan. Civaka Êzidî heta niha bi vînek mezin li hember êrişan sekna xwe nîşan dide.  Endama Kordînasyona  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hîco têkildarî êrişên li ser Şengalê û armancên êrişkeran nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir.
 
'Dijminê me ne tenê Tirkiye ye'
 
Rîhamê bi lêv kir ku êrişên li ser axa Kurdistanê ji dîrokê de ye didomin û wiha got:"Ger em li dîroka Kurdistanê temaşe bikin em ê bibînin ku ji berê de êrişên dagirkeran li ser axa Kurdistanê pêk hatiye. Ne tenê Tirkiyeyê, Îran, Îraq, Sûriye û dewletên xariç li dijî kurdan êrişên mezin didin dewamkirin. Dibe ku şêweyê êrişan hatibin guherîn lê armanc kêm zêde heman e. Di roja îro de êrişên herî zêde û diyarde ji Tirkiyeyê tên, ez ê Tirkiyeyê mînak bidim. Tirkiyeyê di dema peymana Lozanê de dixwest ku zêdetir ji Kurdistanê pay bigire. Bi taybetî jî hîna li pey cihê ji xaka Başûr bi dest nexistiye dikeve. Dixwaze cihên wenda kiriye an jî bi dest nexistiye di roja îro de bistîne. Bê guman di vê armanca xwe de jî ne bi tenê ye. Emerîka û welatên xaric jî piştgiriyê didin vê armancê."
 
'Di hedefê de ne tenê Şengal, Kurdistan heye'
 
Rîhamê da zanîn ku tevahiya axa Kurdistanê hedef tê girtin û wiha domand:"Di eslê xwe de gelê kur bi tevahî di hedefê de ye. Dixwazin xaka me ji bo berjewerndiyên xwe bi kar bînin. Şengal jî di nava sînorên vê axê de ye û di nava pêvajoyek serhildanê de ye. Ev Şengalê bêhtir dixe ber çav. Rêxistinbûyîna gelê kurd li pêşberî wan dibe asteng. Ji bo şikandina vê rêxistinbûyînê hemû rêbazan bi kar tînin. Em pê dizanin raste rast êrişek tenê li ser Şengalê nîne li ser hemû Kurdistanê ye. Emerîka îro dixwaze sîstema xwe ya kapîtalîst li vir bide rûniştandin. Ji bo vê yekê jî dest bi parçekirina Kurdistanê û xaka wê dike. Di nava Başûr de kurd dibin çend beş. Ev jî rewşa heyî eşkere dike. PDK hîna şiyar nebûye. Wê Kurdistan bi destên wan were rûxandin. Îro êrişên giran li hemberî Şengalê tên kirin. Ger ku Şengal bikeve wê PDK jî bikeve. Ji ber ku armanc ne tenê Şengal armanc Kurdistan e."
 
'Dewamiya fermanan tînin'
 
Rîhamê bal kişand ser dewamiya fermanan û wiha pê de çû:"Em baş dizanin 'peymana 9'ê Cotmehê' ku em weke dewamiya komploya fermanê bi nav dikin vala nehate pêşxistin. Ew jî bi armanca bişaftin û tunekirina civaka Êzidî ye. Beriya komkujiya bi destên DAÎŞ'ê hate pêkanîn jî di salên 2007'an de komkujiya Sivatil Izirêr pêk hat. Ev komkujî bi armanca tirsandina civaka Êzidî hate kirin. Xwestin bi vî rengî me ji xaka me bikin. Raste rast berê me dan Ewropayê, gotin birevin. Birîndarên ku ji wê komkujiyê xilas bûne aqûbeta wan hîna ne diyar e. Ev teqîn jî bi destên hêzên îslamî yên radîkal ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn perwerdekirin pêk hat. Ango PDK jî alîkariya vê teqînê kir û hikumeta Îraqê jî çavên xwe jê girtibû. Car din êrişa DAÎŞ'ê jî bi heman armancê pêk hat. Dixwazin Şengalê vala bikin. Niha jî ev polîtîkayên wan dewam dikin. Hemû ferman bi hev re girêdayî pêk hatin. Bi taybetî jî bi destên Osmaniyan û PDK'ê pêk hatine."
 
'Yên me firotine nikarin parastina me bikin'
 
Rîhamê da zanîn ku civaka Êzidî her tim bi tenê hatiye hiştin û wiha got:"Ji bo pêşî li fermanan were vekirin her tim civaka Êzidî bi tenê hatiye hiştin û nehiştine xwe bi rêxistin bike. Her tim ji aliyê hinekan ve hatiye birêvebirin û her tim hatiye çewisandin. Ger ku em îro qala rêxistinbûyîneke civaka Êzidî bikin pêwîst e em qala felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Ji ber ku piştî fermanê naskirina me ya rêxistinê û rêbertî bû sedema şiyarbûnek mezin a ji nû ve. Wan gelek tişt fêrî me kirin û bi me dan qezençkirin. Dema em qala şiyarbûnekê dikin, ev şiyarbûn pêwîst e ji rêzê neyê dîtin. Guherînek mezin û serferberiyek şayanê teqtîrê pêk tê. Bi hezaran jin rabûne û têkoşînek mezin didin. Vê civakê bi rastî jî hinek tişt baş fêm kiriye û bi wî fikir û ramanî ketine rê. Heta niha herkesî îxanet li me kir. Yên ku ji bo parastina me jî ketin nava me, me qetil kirin. Êdî jina Êzidî û civaka Êzidî xwe bi xwe bi rêxistin dikin. Ji bo Şengal bibe xwedî statuyekê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Qebûlkirina statuya me jî erka mirovahiyê ye. Xwerêvebirin mafê her civakê ye. Çawa ku Başûrê Kurdistanê xwediyê vî mafî ye civaka Êzidî jî xwediyê vî mafî ye. Yên ku me firotine nikarin parastina me bikin."
 
'Êrişên olî û çandî jî tên meşandin'
 
Rîhamê bi bîr xist ku civaka Êzidî bi qirkirina çandî û civakî rû bi rû tê hiştin û wiha pê de çû:"Îro Şengal ne tenê bi qirkirinek fîzîkî rû bi rû dimîne. Bi qirkirinek civakî, çandî û olî jî rû bi rû dimîne. Ev jî qirkirinên xeter in û bandora xwe gelekî li ser jinê dike. Ev taybetmendiyên çandî û olî civaka êzidî ji civakên din cuda dike ku ji ber wê sedemê jî êrişek bi vî rengî jî tê meşandin. Beriya niha hikumeta Hewlêrê Destana Dewrêşê Evdî ji perwerdeyê rakir. Sedema vê rakirinê çiye? Naxwazin hebûna Êzidatiyê û destanên wê jî bidin fêrkirin. Lewra ev destan destaneke kurdî ye, dewlemendiyek kurdî ye. Ev ên ku tehemulî destanên me û çanda me nakin û yên ku me qetil dikin ferqa wan ji hev tune ye. Ji ber ku armanca herduyan jî heman e."
 
'Dixwazin em koçî Ewropayê bibin'
 
Rîhamê diyar kir ku tê xwestin Êzidî bên koçberkirin û wiha lê zêde kir:"Êzidî ber bi Ewropayê ve tên şandin. Gelek nîştecihên Şengalê yên ku bi fermanê re koçber bûne û niha di qempan de mane li dijî me tên birêxistinkirin. Wan ditirsînin. Dibêjin Şengal ne bi ewle ye, cihê şer û bêaramiyê ye. Dibêjin li wir PKK jî civaka Êzidî dixe nava astengiyan. Bi van gotinên şaş wan dixapînin. Ew welatiyên me yên wir me nas nakin û li hemberî me tên tijekirin. Ew jî ji bo rizgariya xwe ber bi Ewropayê ve koçber dibin. Rêya koçberiyê li wan hatin vekirin. Bi sedan Êzidî ber bi sînorê Belarûsê ve çûn û li wir jiyana xwe ji dest dan. Ev plan û bernameyên PDK û dewleta tirk in. Ji derveyî wê jî gelek Êzidî di wan qempan de xwe dikujin. Lewra ne xwekujî ne jî Ewropa xilasî ye. Piştî koçberiyan em tên bişaftin û çanda me tê qirkirin."
 
'Pêwîst e her kurdek xwedî li Êzidatiyê derbikeve'
 
Rîhamê da zanîn ku tu ferman nikare wan ji çand û ola wan dûr bixe û wiha bi dawî kir:"Em serê xwe didin, em sira xwe nadin. Em xwedî bawerî û vîn in. Tu ferman nikare me ji çand û ola me bikin. Em ê bi vê bîr û baweriyê, bi rêbaz û rêyên felsefeya Rêbertî hebûna xwe biparêzin. Em hemû kurd jî di heman sefînê de ne. Pêwîst e gelê Başûrê Kurdistanê îxaneta PDK'ê bibîne û çavên xwe jê re negire. Lazim e gelê kurd hemû  xwedî li Êzidiyan derbikevin. Xwedîderketina li Êzidiyan, xwedîderketina li rastiya Kurdistanê ye. Em koka darê ne û bêyî Êzidatî wê çiqên darê birize. Em kurd divê li dijî xeta îxanetkar a li dijî Êzidiyan derkevin têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê tucarî bi bin nekevin. Wê êriş û armancên dagirkeran bi ser nekevin."