Partiyên siyasî: Em ê polîtîkayên li girtîgehan teşhîr bikin

  • 09:33 9 Çile 2022
  • Rojane
 
Dilan Babat- Öznur Değer
 
ENQERE - Cîgira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û Parêzera Partiya Çep Gîzem Ozdem diyar kirin ku daxwazên malbatên girtiyan yên çûne serdana wan, daxwazên wan e jî û got ku ew ê teşhîrkirina polîtîkayên desthilatdariyê yên li girtîgehan, berdewam bikin.
 
Malbatên ji Stenbol, Mersîn, Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn û Amedê çûn Enqereyê hinek serdan pêk anîn. Xizmên girtiyan di çarçoveya bernameya du rojan de piştî tevlî civîna koma HDP’ê ya meclîsê bûn şûnde çûn ÎHD û Partiya Gelecek; roja duyem jî çûn serdana Partiya Kedê (EMEP), Partiya  Demokrasî û Atilim (DEVA), Partiya Çep, Partiya Saadet (SP), CHP, TÎHV û Yekitiya Tabibên Tirk (TTB).
 
 Cîgira Serokatiya Giştî ya  EMEP’ê Selma Gurkan û Parêzera Partiya Çep Gîzem Ozdem der barê serdanan de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Desthilatdarî zextê li muxalefetê dike’
 
Selmayê diyar kir ku ji raporên Komîsyona Mafên Mirovan û Komîsyonên Girtîgehan ji binpêkirinên mafan agahdar bûne û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan divê ji rêbazên rêveberkirina ku hikûmet tecrîh dike cuda neyên dest girtin. selmayê wiha dirêjî dayê: “Hikûmeta li dora rêveberiya yek kesÎ rejîma siyasetê bi teşe dike, li aliyên civakî yên azadiyê dixwazin û muxalefeta siyasî zextan dike. Ev paşverûtiya siyasî ya bi zextan teşe dibe bûye taybetiya esas a rejîma siyasî. Li vî welatî grev bi fîîlî hatine qedexekirin. Mafê meş, xwepêşendan û civînan hatiye tunekirin. Rejîma yek mêrî bi zextên siyasî tenê nayê zanîn. Di heman demê de bi giştî rêveberiya cemawerî bi rêveberiya yek kesî ava dike.”
 
‘Polîtîkayên desthilatdariyê ji girtîgehan ser bixwe nîne’
 
Selmayê destnîşan kir ku pergala darazê jî ji rejîma yek mêrî ne serbixwe ye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê pergaleke darizandinê ya adîlane tune ye. Bi hesabpirsîneke siyasî re ji bo muxalefeta civakî biçewisînin, pêvajoyên darazê tên meşandin. Di vê pêvajoya zextên siyasî zêde bûne û daraz jî bûye siyaset de binpêkirinên mafan û îşkenca li girtîgehan zêde bûye. Du sedemên îşkence û zextên li hember girtîgehan ku aşkera tên kirin hene. Ya yekemîn, çewisandina muxalîfên siyasî ne. ya duyem jî ev polîtîkayên çewisandin û îşkencê li pêş çavê gel tê kirin. Dibêje ‘hun polîtîkayên min qebûl nekin, rexne bikin, maf bixwazin ez wisa dikim.’Ev polîtîkayên hikûmetê ji girtîgehan serbixwe nîne.”
 
‘Em wek parçeyek têkoşîna demokrasiyê digirin dest’ 
 
Selmayê balkişand ser serdana malbatan û wiha dawî lê anî: “Di rewşên wisa de du aliyên têkoşînê hene. Divê demildest der barê girtiyên nexweş de sererastkirinên qanûnî bên kirin.Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hinek daxwazên girîng hene. çareserkirina pirsgirêka Kurd yek ji daxwazên esas ya têkoşîna demokrasiyê ye.  Her wiha berdana girtiyên siyasî, bidawîbûna îşkence û pêkanînên dijmirovahî mijara gotinê ye. binpêkirina mafan û rewşa girtiyên nexweş di rojeva me de ye jî. Em wek parçeyeke têkoşîna demokrasiyê digirin dest. Em wek partiya EMEP’ê,  heta hêza me têr bike wê bi têkoşîna demokrasiyê re bikin yek.”
 
‘Em dizanin ku îşkence û pêkanînên nebaş bi dawî nebûne’
 
Parêzera Partiya Çep Gîzem Ozdem jî bi lêv kir ku malbatan binpêkirinên li girtîgehan ji wan re ragîhandine û wiha pê de û: “Rara ku rewşa girtiyên nexweş û navê girtiyan têde heye, rewşa binpêkirina mafan a li girtîgehên Tirkiyeyê datîne holê. Bêguman hejmara girtiyên nexweş hîn zêdetirin.Ji 12’ê îlonê heta niha em dizanin ku binpêkirinên li girtîgehan bi dawî nebûne. Me wek sosyalîstan dengê xwe her tim dengê xwe bilind kir û me her tim polîtîkayên dewletê yên der barê girtîgehan de teşhîr kir.”
 
‘Daxwazên malbatan yên me ne jî’
 
Gîzemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwazên malbatan daxwazên wan in jî û wiha dawî lê anî: “Bi wesîleya vê serdanê em careke din dibêjin ku divê tecrîd bidawî be, girtiyên nexweş bên berdan, dawî li pêkanînan bê anîn, dawî li surgunan bê anîn û pêşî li şewitandina înfazan bê girtin. Em ê vê bi hev re her tim bînin ziman.”