‘Çek li dijî Kurd û Elewiyan hat bikaranîn’

  • 09:20 9 Çile 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Nivîskar û dîroknas Ayşe Hur, balkişand ser butçeya ji teknolojiya çekan re hatiye veqetîn û got çekên bi vê butçeyê tên girtin li dijî kurd û elewiyan tên bikaranîn û balkişand ser girîngiya rêxistina li dijî vê polîtîkayê.
 
Li Tirkiyeyê salên dawî de krîza aborî giran bû welatî roj bi roj zêdetir bi bandor dibin. Piştî TL nirxa xwe winda kir şûnde welatî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin û ji ber ku buhayê her tiştî zêde bûye welatî bêzar bûne. Di nava sedemên krîzêde polîtîkayên şer û di vê çarçoveyê de razameneiya ji bo teknolojiya çekan tê kirin cih digire. 
Nivîskar û dîroknas Ayşe Hur li ser şer û aboriyê ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Dewlet li qadên ku çekan bikar bîne digere’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku hinek îdiayên ku  li welatên ku teknolojiya şer destê xwe de dihewînin, aboriya wan mezin dibe, mijara gotinê ye û got mijara esas ne mezinbûna aboriyê, ji aboriya mezin dibe kî çiqas parê digere ye û wiha dirêjî dayê: “Li welatên wek Tirkiyeyê jî li dijî karkeran parvekirin tê kirin.Netew dewlet, di rewşên ku nikarin xizmetê ji gelê xwe re xwe bikin li qadên ku çekan bi kar bînin digerin. Ev qad jî, axên ku li ser maf îdia dikin e.”
 
‘Endustriya çekan û Newala Sîlîkon bi hev re dixebite’
 
Endurstriya çekan ya li dora Pentagon bi cih bûye û sektorên wek moda, muzîk û kompîturê yên parçeyeke ‘Soft Power’ ya li dora Newala Sîlîkon, bi hevkariyekê dixebitin û wiha dirêjî dayê. “Demekê di navbera wan de nakokî hebûn û   min got Newala Sîlîkon li hember Pentagon bi ser ketiye lê em dibînin ku ne wisa ye û bi hevkarî dixebitin.Ji hev re agahiyan radigihînin û hev temam dikin. Yek hildiweşîne yek mal difroşe wir. Dema ji vê têr dibin vê carê dikevin karê endustriya çekan. Lê hîna li gorî min baş hilneweşandine ji ber me ferq kir ku nêzîkatiyeke wan ya  ku hawirdor, xweza û cîhanê biparêzin tune ye. Di wê mijarê de hişmendî derneketiye holê. Dikevin peymana avhewayê û jê dertên. Tevlî fonan dibin û jê derdikevin.  Piştî ew hişmendî derket holê şûnde belkî wê navberê bidin hilweşînê û bikevin riya qezenckirina pere. Di her rewşê de dîsa pergal ji wan re xizmetê dike.”
 
Hîlweşîna dubare dike û avakirin
 
Ayseyê daxuyakirin ku hîna hilweşîn temam nebûye ji ber vê dest bi pêvajoya avakirinê nehatiye kirin û wiha daxuyand: “Dîsa hevkarên wan, komên sermayê wê ji vê para xwe bigirin. Dîsa para kedkaran têde tune ye. Wê karkerên înşatê jê parê negirn. Wê şîrketa înşatê qezenc bike. Ev mekanîzma mekanîzmayeke pir nas e. Lê her carê tê dubarekirin. Alîgir dibînin. Ji ber dewlet, di mijara ku gel bi siyasetê çawa formatê didê û çawa îqna dike de gelek bi tecrube ye. Di bin navê ‘şehîtgeh, welat, netew, terorê de’ diherikînin vê qadê.”
 
‘Çek li dijî elewî û kurdan hatin bikaranîn’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê jî  yên sanayiya şer di destê xwe de digirin piranî dewlet û şîrketên bi piştgiriya dewletê ne û wiha dirêjî dayê: “Çek li dijî kurdan tên bikaranîn. Bi salan leşkeran dewlet rêve dibir û piştî leşkeran îstîfa kir şûnde yên di zîhniyeta leşkerî de bûn siyaseta sivîl destê xwe de girtine. Piştre di bin navê mufetîşên herêmê, mufetîşên umumî de bi OHAL’ê bi rêve birin. Di dema wê rêveberiyê de gelên welatên xwe kurd, elewî û Kizilbaş bombebaran kirin. Zextên leşekrî pêk anîn û piştî ew di bin kontrolê de girtin çek nîşan dan û xwestin wan bitirsînin.”
 
Erdnîgariya Kurdistanê bû qada operasyonê
 
Ayşeyê got di siyaseta wek ‘mijara kurd’ hatiye kodkirin de ji salên 1980’ê heta salên 2000’î li herêmê tevgereke leşkerî ya mezin hatiye meşandin û wiha bi lêv kir: “Gund wek gundê dost û dijmin ji hev hatin veqetandin. Hinek hatin koçberkirin hinek hatin îmhakirin û kuştin. Wek qadeke operasyona leşkerî hat bikaranîn. Bi çekan berê xwe dan erdnîgariya Kurd lê dijîn.”
 
‘Fêdeya wê ji gelan re tune ye’
 
Ayşeyê balkişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Efrîn, Kobanê û Şengalê û ev tişt anî ziman: “Dewlemendiyên wir tînin Tirkiyeyê difroşin. Pereyê Tirk tê bikaranîn û hewl didin kontrola aborî bê afirandin. Hêzên mîlîtarîst li wir hewl didin li wir hegemonyayek erdnîgariya Osmanî ava bikin. lê tu fêdeya vê siyasetê jig elan re tune.”
 
‘Divê em li dijî vê bisekinin’
 
Ayşeyê wiha dawî lê anî: “Tirkiye li dijî gelan polîtîkayên mîlîtarîst dimeşîne. Divê em li dijî vê bisekinin û bertekên xwe nîşan bidin. Hinek riya me heye. Pandemiyê hinek hêviyên me zêde kiribûn. Me got lingên pergalê dilerizin. Lê li gorî min emperyalîstan ji vê jî fêde girtin. Divê em li dijî van hemûyan rêxistinbûna xwe bikin.”