Serdanên malbatan bidawî bûn: Heta çareserî pêk neyê em nesekinin

  • 09:23 7 Çile 2022
  • Rojane
ENQERE - Malbatên ku bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina înfazan li Enqereyê hinek hevdîtin kirin û diyar kirin ku wê şopdarê mijarê bin. Malbatan wiha gotin: “Em di vê mijarê de bi israr in. Ji ber partiyên siyasî jî dixwazin di vê mijarê de çareseriyek pêk bê.”
 
Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina înfazan di 4’ê Çileyê de ji gelek bajarî çûn Enqereyê. Malbatan di civîna koma HDP’ê de daxwazên der barê girtîgehan de anîn ziman. Malbat her wiha çûn serdana CHP, DEVA, Partiya Pêşerojê,  Partiya EMEP, Partiya Saadet (SP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV).  Malbatan li vir dosyayên amade kiribûn teslîm kirin û xwestin çareserî pêk bê.
 
Hunermend Herdem Mervanî ku di serdanan de cih girt û li Amedê ‘Nobedeta Edeletê’ digirt, xizmên girtiyan Rahşan Ada û  Hazal Yildirim der barê serdanan de çavdêriyên xwe parve kirin.
 
‘Li ser pirsgirêka nasekinin’
 
Hunermend Herdem da zanîn ku nobeta edeletê ya li Amedê hatiye destpêkirin didome û got di serdanan de hem partiyên siyasî hem jî STK’yan der barê girtîgehan de erênî nêz bûne û xwedî lê derketine û got: “Ji bo me tenê di rojevê de hiştin ne raste. Tenê di rojevê de hiştin çareseriyê nayne. Em li Enqereyê bi her kesî re hatin gel hev û me di nokteya çareseriyê de nîqaş kirin. Me di serdanan de got ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatan an jî pirsgirêka gelê Kurde. Me li Enqereyê dît ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbat an jî gelê Kurde. Pirsgirêkên girtîgehan hemû erdnîgariyê eleqeder dike. Di serdanan de me dît ku ji girtîgehan bi hezaran pirsgirêk ji wan re jî tên lê li ser vê nasekinin.”
 
‘Em ê şopdarê mijarê bin’
 
Herdemê bi lêv kir ku daxwaz zelal û aşkera ne û daxwaz ev e ku şertên girtiyan bên sererastkirin û wiha dawî lê anî: “Hemû partiyên siyasî em guhdar kirin. Lê em ê şopdarê vê mijarê bin. Hemû kesên me bi wan re  hevdîtin kirin gotin ev pirsgirêk pirsgirêka wan e jî. Em ê bişopînin û di vê mijarê de helwesta xwe danîn holê. Em bi hêvî bûn lê hevdîtinan zêdetir hêvî da me. Ji ber me dît ku xwedî derketinek heye hêviya me zêde bû. Ev tenê bi Enqereyê wê sînor nemîne. Em ê li Amedê jî hevdîtinan bikin. Em di vê mijarê de bi israrin. Ji ber partiyên siyasî jî çareseriyê dixwazin.”
 
‘Em naxwazin zarokên me bimrin’
 
Rahşan Ada jî diyar kir ku ji bo pêkhatina edeletê ya ji bo girtiyan nobet girtine û got ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û wiha pê de çû: “Em ji Amedê ji bo çareseriyê hatin Enqereyê. Em ji bo xatirê zarokên xwe li 5 partiyan geriyan û me daxwaza edeletê anî ziman. Em naxwazin dayik bigirîn. Em di nobetê de ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû cîhanê edeletê dixwazin. Di mehekê de 7 cenaze derketin.  Dayika min bi salan kurê xwe nedît. Birayê min ji dilê xwe nerehete. Em bang li rayedaran dikin. Bila girtîgehan baş bikin girtiyên nexweş berdin. Em naxwazin înfaza zarokên me bişewitînin.Bila zarokên me di hucreyê de nemirin.”
 
Em naxwazin wisa bijîn’
 
Rahşanê got xwestine bimeşin Wezareta Edeletê lê polîsan şîdet li wan kirine û wiha dawî lê anî: “Me xwest em bimeşin wezareda dadê. Tevî laçika spî li serê me bû êrîş kirin. Barîkat danîn. Em bi zor birin. Dayik li erdê ketin. Şîdet û zext hat kirin. Em edeletê dixwazin. Tevî vê nehiştin. Em naxawzin wisa bijîn. Kezeba me dişewite.Ne şeva me şev ne roja me roj e.”
 
‘Bi şer û mirinê çareserî nabe’
 
Yek ji xizma gitiyan Hazal Yildirim jî got kurê wê Mehmet Yildirim girtî ye û daxwaz kir ku pirsgirêk demildest bên çareserkirin û wê jî wiha got: “Cezayên zarokên me diqedin wan bernadin. Gelek kal û pîr jî di girtîgehan de ne. Tevî vê nahêlin tahliye bibin. Di serî de Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bi şer û mirinê çareserî nabe.”