Dayika zaroka li Dîlovasi hat qetilkirin: Tu tedbîr tunebûn
- 09:08 24 Mijdar 2025
- Rojane
KOCAELÎ - Dayika Nîsa Taşdemîr a 15 salî ku di şewata li fabrîqeya li Dîlovasi derket de jiyana xwe ji dest da, Altun Taşdemîr diyar kir ku tu tedbîr nehatiye girtin û got: “Em ê pêşa bûyerê bernedin. Zarokên me ax heq nekirin.”
Li navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê di 8’ê Mijdarê de di şewata febrîqeya Ravîve Kozmetîkê de sê jê zarok 6 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. 7 kes jî birîndar bûn. Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê têkildarî şewatê di 8’ê Mijdarê de lêpirsîn da destpêkirin û 11 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes hatin girtin.
Dayika Nîsa Taşdemîr a 15 salî ku di şewatê de jiyana xwe ji dest da der barê tiştên hatin jiyîn û daxwazên xwe de ji ajansa me re axivî.
'Ew li hundir dişewitîn’
Altun Taşdemîr destnîşan kir ku nexweşa pençeşêrê ye û keça wê ji ber vê neçar maye bixebite. Altun Taşdemîr wiha anî ziman: “Agahî hat ez çûm. Min dît ku fabrîqe dişewite. Îtfaye li wir bû. Jinek li wir bû û got ‘tu çima hatiye vir?’. Min got ez ji bo zarokên xwe hatime. Ez ji bo Nîsa, Tuba û Cansuyê çûm wir. Ew di hundir de bûn, dişewitîn. Dengê qêrînan dihat. Her kes diqêriya. Ewil gotin ‘kes di hundir de tuneye’. Lê jin zarok hemû şewitîn. Ez çûm ez negirtim hundir. Birayê Tubayê ket hundir. Got kî di hundir de hebe şewitiye. Cenazeyên şewitî dan destê me û gotin bibin.”
‘Canê me dişewite’
Altun Taşdemîr anî ziman ku jin û zarok şewitîn û qetil bûne û wiha vegot: “Hestiyên zarokên me dan me. Me girt û bir morgê. Piştre cenaze hatin tespîtkirin û me birin defin kirin. Em ê mafê zarokên xwe biparêzin. Canê me şewitîn. Bila yên kesên din neşewite. Ew zarok bûn, xeyalên wan hebûn, pêşeroja wan hebû. Di fabrîqeyê de derenceya şewatê tunebû. Tu tedbîr nehatibûn girtin. Ger derence hebûya wê derketibana. Cihekî ku biçinê tunebûye. Êşa me mezin e. Em ê pêşa bûyerê bernedin.”







