Konferansa Navneteweyî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê bê lidarxistin

  • 09:58 24 Mijdar 2025
  • Rojane
ENQERE - DEM Partî dê di 6-7'ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixe. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê dê kesayetên navdar beşdarî konferansê bibin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7'ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixe. Di konferansê de banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kiribû jî di konferansê de bê nîqaşkirin. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û qada navneteweyî gelek kesayetên navdar dê beşdarî konferansê bibin. Ji Baskê heta Afrîka, Kazakistan û Belçîkayê gelek kes tevlî konferansê bibin. Her wiha rêxistina Îrlandayê Sînn Feîn jî dê beşdarî konferansê bibe.
 
Di konferansê de serpehatiyên, “Şer û çareseriyê”, gavên ji bo demokratîkbûyinê û hevpaymana civakî ya nû divê çawa bibe dê bên nîqaşkirin. Konferans dê du rojan berdewam bike û ji qada navneteweyî gelek kesayet û rojnameger jî hatine vexwendin.
 
Heta niha kesên ku navên wan diyar bûne û tev li konferansê bibin ev in: Endamê Meclîsa Federal a Elmanyayê yê berê Profesor Norman Peach, muzakerevanê sereke yê pêvajoya aştiye yê Başûrê Afrîkayê parêzer Mohammed Bhabha, parlamenterê parlamentoya Baskê û koordînatorê têkiliyên navneteweyî yê Bilduyê Igor Zalaika, parlamenterê Belçîkayê Georges Dallemagne, ji zanîngeha Damanhour a Misirê pisporê dîroka modern Prof. Dr. Mohamed Refaat, ji Sendîkaya UNITE the Union dîrektorê têkiliyên navneteweyî Simon Dubbins. Dê ev kesayet beşdarî konferansê bibin. Her wiha hat zanîn ku ji qada navneteweyî gelek kesên din ên navdar jî dê beşdarî konferansê bibin û navên wan jî di rojên pêş de bên diyarkirin.
 
Her wiha Veysî Aktaş ku 10 salan li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma, ew ê jî beşdarî konferansê bibe. Siyasetmedar Gultan Kişanak, rojnameger Haydar Ergul, endamê Şandeya Îmraliyê û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, hiqûqzan Orhan Gazî Ertekîn, rojnameger Nadîre Mater û Hevseroka Giştî ya berê ya ÎHDê Eren Keskîn jî dê wek axêver beşdarî konferansê bibin.
 
Konferans dê 2 rojan berdewam bike. Rûniştina yekem a konferansê dê bi sernavê “Perspektîfên aştiya civakî’ bê were birêvebirin. Di rûniştinê de mijarên wek, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya civakî rola Abdullah Ocalan û mafê hêviyê”, “Di avakirina hiqûqa aştiyê de rola rêbertiyê”, “Li Tirkiyeyê bandora aştiya civakî û çareseriya mayînde ya li ser hevsengiya herêmî û kurewî”, “Aştiya civakan û vîzyona pêşerojê; Jiyana bi hev re dê çawa bibe?” dê bên nîqaşkirin.
 
Rûniştina duyemîn a konferansê jî dê bi sernavê “Serpehatiyên pevçûn û çareseriyan” were birêvebirin. Di vê rûniştinê de jî mijarên; “Serpehatiya Baskê”, “Serpehatiya Bakurê Îrlandayê”, “Muzakereya Katalonya-Îspanyayê; dersên ji pevçûnên asîmetrîk”, “Serpehatiyên piştgiriya qada navneteweyî ya ji bo misogerbûna bi dawîbûna şer û pêkhatina aştiyê”, “Aştiya civakî bibin girtîgehan; Ji bo guherandina rejîma girtîgehan rêyeke çawa divê?” dê bên nîqaşkirin.
 
Di roja 2'yemîn a konferansê de dê rûniştina pêşî bi sernavê, “Ji netewe dewletê ber bi Neteweya Demokratîk ve” were birêvebirin. Di vê rûniştinê de “Hevpeymaneke nû ya di bin şewqa pênaseya nasname û hemwelatîbûna di qanûna bingehîn de”, “Girîngiya serpêhatiyên dîrokî ji bo avakirina Neteweya Demokratîk”, “Têkoşîna li dijî têkiliyên hegomonîk, navendîbûnê û xurtkirina demokrasiya xwecihî”, “Ji bo heqîqetê azadiya çapemeniyê û zimanê aştiyê” dê bên nîqaşkirin.
 
Di rûniştina duyemîn a roja 2'yemîn de jî konferans dê bi sernavê “Perspektîfa pêşerojê aştî û azadî” berdewam bike. Di rûniştinê de mijarên; “Mijara Kurd ku bûyê mijareke navneteweyî dikare bi nakokiya desthilat-civakê bê çareserkirin an na?”, “Derfetên veguherandina dînamîkên aştiya kurewî û herêmî ya têkoşîna kedê ku sînoran derbas dike”, “Veguherandina şêweya hişmendiya Ewropayê ya derbarê mijara Kurd de; Perspektîfa aştî û azadiyê ji zemîna mafên takekesî bibin zemîna mafên kolektîf”, “Manifestoya Ocalan; Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk” dê bên nîqaşkirin.