Komîsyon dê biçe Îmraliyê

  • 16:42 21 Mijdar 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî biryar girt ku biçe Girava Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. 
 
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ya ku bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne civiya. Ji bo biryara çûyîna Girava Îmraliyê dengdayîn pêk hat. Civîna komîsyonê ji çapemeniyê re hat girtin. 
 
Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî biryar girt ku biçe Girava Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. 
 
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji 40 endamên amade, 33 kesan dengê "erê" dan. Nûnerên Partiya Demokrat û HUDA PAR'ê dengê "na" dan. Partiya Rêya Nû bêalî ma lê ragihand ku ew ê ji bo şandeya ku diçe Îmraliyê endamek diyar bike.