Tîma Voleybolê Ya Jinên Biçûk hevrikê Xwe 3-0 têk bir

  • 10:42 24 Mijdar 2025
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Tîma Voleybolê ya Jinên Biçûk a Kulûba Sporê ya Oz Kayapinar Belediyeyê ya ku di Lîga Voleybolê ya Jinên Biçûk de dilîze, di maça xwe ya pêşîn de reqîbê xwe Kulûba Sporê ya Yûrdûm Seyrantepe Sporê 3-0 têk bir.
 
Tîma Voleybolê ya Jinên Biçûk a Kulûba Sporê ya Oz Kayapinar Belediyeyê li dijî tundiya li ser jinan bi pankarta “Ji Bo Jiyaneke Bêtundî Em Li Sehayê Ne” derket maçê û performanseke serkeftî nîşan da.
 
Alîkara Hevşaredara Peyasê Ayşem Erdemcî Acer tevî xebatkarên Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê li maçê temaşe kir û di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de kulîlk da Nûnera Bajêr a Voleybolê ya Amedê Hîvda Bayram û diyarî jî pêşkêşî sporvan û hakemên jin kir. 
 
Bi vî awayî serkeftin ji Tîma Voleybolê ya Jinên Biçûk a Kulûba Sporê ya Oz Kayapinar Belediyeyê re xwet.