Ji rojnameger Rahîme Karvar re ceza hat birîn

  • 15:23 13 Mijdar 2025
  • Hiqûq
STENBOL - Rojnameger Rahîme Karvar di danişînê de parastina xwe kir û got: “ Çalakiyên ku di dosyayê de wek sûc hatine nişandan karen rojnamegeriyê ne, ez beraata xwe dixwazim.”
 
Çaremîn danişîna doza rojnameger Rahîme Karvar ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 24'emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Rojnameger Rahîme Karvar û parêzera wê Elîf Taşdogen tevî danişînê bûn.  Parêzera Rahîme Karvarê Elif Taşdogen, diyar kir ku muwekîla wê rojnameger û çalakvana femînîst e û got: “ Muwekîla min tenê moderatoriya bernameya ku di îdianameyê de behsa wê tê kirin dike û nikare ji ber gotinên axaftvanan berpirsiyar were girtin. Bikaranîna peyva “Kurdistan” jî nikare wek sûc bê hesibandein.”
 
‘Ez ê kare rojnamegeriyê bidomînim’
 
Rehîme Karvarê jî parastin xwe kir û got: “Kiryarên min, ku wekî sûc têne nîşandan, çalakiyên rojnamegeriyê ne. Biryar çi dibe bila bibe ez ê kare rojnamegeriyê bidomînim. Ez beraeta xwe dixwazim.” Dadgehê bi angaşta ku “alîkariya rêxistinê” salek û 13 meh cezayê girtîgehê li Rahîme Karvar birî. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welêt berdewam bike. Lê qedexeya ku derkeve derveyî bajêr û di mehê de 2 caran îmzê bide qereqolê rakir.