Jin di atolyeyê de bermahiyan vediguherînin
- 11:38 14 Mijdar 2025
- Ekolojî
AMED -Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku têkiliya kevnar a jinan a bi xwezayê re bîne bîra wan û ji bo ku materyalên bermahî biguherîne û bigihîne xuyangeke estetîk, atolyeyek li dar xist.
Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê atolyeyek pêk anî bi armanca ji nû ve bikaranîna materyalên bermahî û kêmkirina çêbûna bermahiyan. Di atolyeya ku bi piştgiriya mamosteyên di bin Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dixebitin, hat lidarxistin, bal hat kişandin ser bandorên çanda mezaxtinê.
Bermahî veguhaztin berhemên bikêr
Di atolyeyê de, jinan ji nû ve teşe dan materyalên plastîk, cam û metal ên beravêjok û veguherandin berhemên bikêr (fonksiyonel). Ev xebat ku ji bo kêmkirina çêbûna bermahiyan dibe alîkar, ji bo belavbûna çanda ji nû ve bikaranînê jî mînakekê pêşkêş dike.







