
Serlêdana nû ya parêzeran a ji bo CPT
- 10:00 28 Adar 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din serlêdanek nû li CPT’yê kir. Di serlêdanê de daxwaz hat kirin ku bi lezgînî serdana Girtîgeha Îmraliyê bê bikin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ne, serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê serlêdanên ku heta niha hatine kirin de agahî dan.
Parêzeran di serdana xwe ya ji bo CPT'ê de diyar kir ku di nava 4 mehan de parêzeran 35 caran, malbat û wasî jî 17 caran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dane. Bi tevahî 52 serlêdan hatine kirin û tevahî serlêdan bê bersiv hatin hiştin. Di nava 14 salên dawî de tenê 5 parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine û ji sala 2014’an û vir ve tenê 6 hevdîtina bi malbatê re hatiye kirin. Hat diyarkirin ku piştî tecrîda 44 mehan, bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtina malbatê pêk aniye. Hat diyarkirin ku 3 girtiyên din ji adara 2015’an û vir ve nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di nav 10 salan de 3 caran bi malbatê re hevdîtin pêk anîn û Hamîlî Yildirim jî tenê 2 caran hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî.
Parêzerên Buroya Hiqûqê destnîşan kirin ku li aqûbeta 6 nameyên ku di 26'ê Kanûna 2024'an de ji Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re, di 8'ê Çileya 2025'an de ji Hamîlî Yildirim re, di 4'ê Adara 2025'an de jî ji Veysî Aktaş re hatine şandin ne diyar e. Her wiha parêzeran diyar kirin ku nameyên girtiyan negihiştine wan û her wiha diyar kirin ku di derbarê mafên wan ên telefonê de tu pêşketin çênebûye.
Di serlêdana ji bo CPT'ê de hat gotin ku ji Îlona 2018’an û vir ve herî kêm 24 “cezayên dîsîplînê” bi awayekî sîstematîk hat dayîn û wiha hat diyar kirin: "Cezaya dîsîplînê ya 3 mehan a ku di 16’ê Cotmeha 2024’an de hatiye birîn, tevî ku bi awayekî veşartî ji parêzeran re nehat parvekirin û bi helwesteke keyfî di 5'ê Cotmeheya 2024'an de 3 caran cezayê dîsîplînê hat sepandin. Ev ceza dema ku me rapor amade kir hat înfazkirin. Em hîn bûn ku hêj cezayê 16'ê Cotmeha 2024'an dihat sepandin ji hêla Serokatiya Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 12'yê Sibata 2025'an de carek din cezayê dîsîplînê ya 3 mehan hatiye dayîn. Di 14'ê Sibata 2025'an de piştî ku me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da û di 20'ê Sibata 2025'an de Dadgeriya Înfazê li hemberî daxwaza me biryara redkirinê hat dayîn. Cezayên dîsîplînê yên demên borî ji parêzeran hat veşartin. Ligel daxwazên me biryar, delîl û mînakên dosyayê nehatin dayîn. Ev yek tê wateya helwesta keyfî. Her wiha 12'yê Cotmeha 2024'an de biryara qedexeye hevdîtina bi parêzerena a 6 mehan di çarçoveya rapora ku me amade dikir de dihat sepandin."
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku heyeta ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk tê, 3 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne û ji roja hevdîtina dawî ya 27’ê Sibatê ve heta niha tu hevdîtin pêk nehatiye. Di raporê de parêzerên ku der barê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de agahî dan, gotin, “Birêz Ocalan careke din nîşan da ku alîgirê çareseriya demokratîk, destûrî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Ji bo avakirina xeta aştî û demokrasiyê ya ku birêz Ocalan banga jiyanî kir, divê mafê wî yê tenduristî û azadiyê di hêla peymanên navneteweyî bê mîsogerkirin. Em ji komîteyê daxwaz dikin ku gavên pêwist bên avêtin."
Di raporê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 18'ê Adara 2014'an de hat bibîrxistin ku tê de biryara cezayê giran ê li ser Abdullah Ocalan li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS), bi biryara xwe ya bi jimareya Ocalan (2) li gorî prensîba "mafê hêviyê" ya Komîteya Çavdêriyê ya Konseya Ewropayê (AKBK) e biryarên ku Tirkiyeyê daxwazên biryarê bi cih neanîne, pêvajoyeke şopandinê ya bi bandor nedan şixulandin.
Di serlêdanê de, agahdarî li ser civînên 2021 û 2024-ê di rojeva xwe de hate parve kirin, Rejîma cezayê ya jiyanê ya giran, ku destûr nade ku ji ber qedexekirina ECTHR qedexe bû ku Hikûmeta Tirkiyê hem jî berpirsiyarê qanûnî pêk tîne. Ji bo zindîkirina banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku me li jor anî ziman, naskirina mafê hêviyê ya Birêz Ocalan jî wê bibe gava herî pêwîst.”
Di serlêdanê de, ji civîna salên 2021 û 2024'ê yên AKBK'ê hîn agahî hatin parvekirin û hat diyar kirin ku AKBK, di sala 2015'an de heta meha îlonê heke tu pêşketin pêk neyê dê sekreterya pêşnûmeya biryara navborî amade bike û talîmatek wisa hatibû dayîn. Di serdana ji bo CPT'ê ye de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê wiha gotin: "Sêpandinên îşkenceyê ya li Îmraliyê pêk tê ji hêla DMME Û AKBK'ê ve hatiye tespîtkirin. Lê çend hatibe qebûlkirin jî nakevin nav hewldanan. Divê girtina ku 26 salan derbas kiriye bê bidawîkirin. Azadiya Birêza Ocalan êdî di hêla hiqûqê de pêwistiyek e. Divê Birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûdê bigire. Ji bo pêkanîna 'Banga aştî û civaka demokratîk' gavek girîng be.
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku pêkanînên bêhiqûqî û kêfî yên li Girtîgeha Îmraliyê berpirsyariyeke jiyanî li ser CPT’ê ferz dike û aşkera nekirina rapora serdana CPT’yê ya sala 2022’yan a Îmraliyê dibe sedem ku rejîma îşkenceyê hîn zêdetir bidome.
Parêzeran daxwazên xwe wiha rêz kirin:
"* Li hemberî ku şert û mercên niha yên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya 22'ê Îlona 2022'an û vir ve dijwartir bûne û di heyama zêdeyî 2,5 salan de gihiştine asteke nû, em bi lezgînî daxwaz dikin ku bi awayekî lezgîn serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin."
* Ji bo ku şert û mercên heyî li gorî rûmeta mirovî bên bicihanîn, ji bo ku hemû mafên ragihandinê yên ku têkiliyên wan bi cîhana derve re misoger dike û diparêze, bi taybetî serdanên parêzer û malbatê, bi cih werin anîn û dawî li cezayên dîsîplînê yên sîstematîk û qedexekirina parêzeran bên avêtin, hemû gavên pêwîst bên avêtin.
* Di vê wateyê de ji bo rakirina şert û mercên îşkence, dermirovî û muameleya xerab, Peymana 10/2 girîng e ku tedbîrên bi zorê werin girtin. Em daxwaz dikin ku prosedûra ku di maddeyê de hatiye rêzkirin bê destpêkirin û ragihandin, çavdêriyên giştî yên di dema borî de li ser tecrîda awarte ya Îmraliyê hatine kirin, bi taybetî tesbîtên di serdana 22'yê Îlona 2022'yan de, bi taybetî ku hevdîtina parêzer û malbatê di zûtirîn demê de nekarin bi raya giştî re bên parvekirin û di rapora serdana 22'ê Îlona 2022'yan de pêk hatî di çarçoveya prasedurê de bi daxuyaniyê re bê zêdekirin."