Medyaya ku ji derewên xwe bawer dike!
- 09:04 28 Çile 2024
- Medya Kritîk
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya alîgir a ku qetilkirina 320 jinan a sala 2023’yan nedîtiye, serbestberdana kujer û êrişkaran nekiriye nûçe, xizanî, bêkarî, destdirêjiya li hemberî jinan nexistiye rojevê, bi nêzbûna hilbijartinê re jî pesnê projeyên îktîdarê yên derbarê jinan de dide.
Ji xwe li Tirkiyeyê tu carî mijara hilbijartinê ji rojevê kêm nebû û nabe jî. Hêj bandora hilbijartina giştî ya 14’ê Gulana 2023’yan neqediya, nîqaşên hilbijartina herêmî dest pê kirin. Piştî diyarkirina dîrokê bêtir xebatên namzetiyê ku bi dizî dihatin kirin derketin rûyê erdê. Li bajarok, navçe, bajar û bajarên mezin ên Kurdistan û Tirkiyeyê namzet bi bejn û balê xwe derketin meydanan.
Partiyên siyasî bi nêzbûna 31’ê Adarê re lêz dan xebatên xwe. Ji aliyekî namzetên xwe diyar dikin û ji aliyek din jî projeyên xwe aşkera dikin. Ji xwe rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê diyar e, hewcedarî bi çi heye aşkereye. Li gorî hewcedariyan helwest û hewldana kurdistanî, muxalîf û îktîdarê jî li holê ne. Medya jî li gor vê rewşê teşe digire.
Ji bo Kurdistan û çapemeniya azad rojev diyarin. Kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatî destpêkirin, grevên birçûbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û çalakiyên Nobedên Edaletê yên bi heman armancê li 7 bajaran hatî destpêkirin, rojevên sereke ne.
Ligel rojevên sereke, ji bo bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî jî di cihekî girîng de ye. Destkeftiyên ku bi keda salan derketî holê di sala 2016’an û 2019’an de bi helwesteke plankirî hatin xespkirin. Ji bo jinên kurd hilbijartina sala 1979’an destpêk bû û 3 jin li Curnê Reş ya Rihayê wek endamên meclisa şaredariyê hatin hilbijartin. Di sala 1999’î de 3, di sala 2004’an de 9 jin bûn şaredar. Di sala 2009’an de jinan bajarek, 13 navçe û bajarokek bi dest xistin. Di hilbijartina sala 2014’an de jî pergala hevserokatiyê ku cara yekemîn bû ket meriyetê û ji bo endamtiya meclisan pergala fermuarê hat aktîfkirin û bi giştî li 78 cîhan jin di rêveberiya herêmî de cih girtin. Di sala 2019’an de jî 24 namzetên jin ên şaredariyê yên HDP’ê di asta fermî de jî bi ser ketin. Jinên ku bi van tecrûbeyên xwe ya ku bi kedeke mezin a bi salan dexistin holê bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rêwitiya xwe berdewam dikin… Lê tu carî xizmetên wan şeredariyan ên ku bi tecrûbeyên bi salan, di nava zor û zehmetiyan de derketin holê nebûn rojeva medyaya alîgir. Lê dema ku qeyûm hat tayînkirin rewş guherî û ji bo nixumandina darbeya li hemberî vîna hilbêjeran pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û destkefiyên jinan wek xetereyeke mezin ji civakê re hat ragihandin û hedef hatin nîşandan.
Mirov dikare çend xebatên şaredariyan ên ku ji hêla medyaya îktîdarê ve wek xeter hatin îlankirin bide; Daîreya Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ên bajar û navçeyan, Midûriyeta Aboriya Jinê, Rêveberiya Tundiya li Jinê û Midûriyeta Perwerdeya Jinê ya ku xizmetê dide jinan wek xeter hatin dîtin û ji holê hatin rakirin. 4 stargehên jinan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Wanê, Şaredariya Rêzan û Akdenîzê ya ku bibû cihê xwe parastina bi hezaran jinan, hatin girtin. Dengê “Xeta Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Alo” a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat qutkirin. Qadên ku ji bo jinan bûn cihê îstîhdamê ji jinan re hatin girtin. Parqên jinan, cihên bêhnvedanê yên jinan, tesîsên sporê yên jinan, cilşûştinê û xaniyên tenûran cihên xeter hatin nîşandan û yek car ji holê hatin rakirin. Xebatên zimanê dayikê, çand û hunerê, xebatên ji bo zarokan dihatin kirin hatin astengkirin. Kreşan radestî miftîgehên bajar û navçeyan hatin kirin û li vir qursên Quranê hatin vekirin. Di bin banê şaredariyan de, navenda jinan, malên jiyana azad a jinan, navendên lêkolînê yên pirsgirêkên jinan û kooperatîfên jinan bi tevahî 43 sazî û dezgehên jinan bi hinceta ku zirarê didin jin û civakê ji hêla qeyûman ve hatin girtin. Ligel şaredariyên ku xizmetê dida civakê ji bo medyaya alîgir tu carî nebûn mijarên nûçeyan, pratîkên qeyûman jî nebûn nûçe...
Ji niha ve diyare ku dê heta hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê medyaya îktîdarê kevneşopiya xwe ya veşartina pratîkên îktîdarê bidomîne. Beriya ku îktîdar berê xwe bide qadan medyaya alîgir ket nava hewldanan, bi nûçe û bernameyên xwe li qadan cihê girt. AKP di 30’ê Çileyê de danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike, lê medyaya îktîdarê ji niha ve bi manşetên xwe dest bi pesndayînê kir jî. Bi manşetên xwe behsa çawaniya bajarên berxwedêr û şaredariyên hestiyar ên hawirdorê dikin. Bi bernameyên taybet projeyên ku ji bo jin, ciwan, zarok, astengdar, pîr û kalan hatine amadekirin dinirxinin. Di nûçeyên ku tên pêşkeşkirin de tu dibêjî qey tiştek nû hatiye afirandin û xizmetên cuda tên deklarekirin.
Medyaya îktîdarê ya ku qetilkirina 320 jinan a sala 2023’yan nedîtiye, serbestberdana kujer û êrişkaran nekiriye nûçe, xizanî, bêkarî, destdirêjiya li hemberî jinan nexistiye rojevê, niha di manşetên xwe de pesnê avakirina Akademiya Jinên Karsaz, Modelên vekirina "Navendên jiyana malbatê" yên li taxan, vekirina navendên jiyanê yên werzîşê yên taybet ji bo malbat û zarokan, zêdekirina hejmara kreş, navendên lênihêrîna rojane û navendên bêhnvedanê dide. Mafê jiyan, perwerde, parastin, starbûn û hwd ên zarokan bi salan e tên binpêkirin, zêdebûna hejmara destdirêjiyê ya li hemberî zarokan her ku diçe zêde dibe. Ligel neçareserkirina wan pirsgirêkan niha di danezana hilbijartinê de ji bo zarokan behsa vekirina "Atolyeyên amadekirina jiyanê" û "Navenda zanistiya zarokan" tê kirin. Bi polîtîkayên şerê taybet ciwanên ku xwedî li hêza dînamîk a civakê ne bi êriş, asîmîlasyon, sixurî, fuhuş, hişbir, girtin, binçavkirin û bêpêşeroj tên hiştin. Lê di deklarasyonê de ji bo ciwanan tenê behsa vekirina “Atolyeyên ciwanên taxan” tê kirin. Gelo hemû pirsgirêkên ciwanan dê bi vê atolyeyê bê çareserkirin. Qeyrana aborî ya ku tevahiya civakê xizan kiriye û bi taybetî jî pîr û kalên ku teqawitbûyî bi mirinê re rûbirû hiştiye bi plansaziya “Projeya tecrûbe diaxife” derdikeve pêşberî temen mezinan. Mijarek din a ku tewahiya civakî eleqedar dike lê qet nayê dîtin jî rewşa astengdaran e û ev mijar di danezanê de wekî navendên taybet bên vekirin cih digire. Medyaya alîgir êdî hatiye asteke wisa ku êdî ji derewên xwe bawer dike!
Pirsgirêkên ku bi salane li tax, gund, bajarok, bajaran tên jiyîn, îro derketiye asta herî jor, gelo bi wan projeyên ku di danezana hilbijartinê de derbas dibe pirsgirêkên civakê bên çareserkirin? Tayînkirina qeyûman jî di nav de îktîdar, bi polîtîkayên şerê taybet nêzî herêmê dibe û di vê çarçoveyê de xebatên hilbijartinê dimeşîne. Medyaya mûxalîf jî li hemberî qirkirina xweza, bajar, civak, zarok, ciwan û jinan a li herêmê mûxalîftiya xwe winda dike. Carek din barê giran a ragihandina heqiqetê li ser milê Çapemeniya Azad a Kurd dimîne.