Nûnera SES’ê Fîdan: Nexweşxane kesên serî hildidin surgun dike

  • 09:06 20 Tîrmeh 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Nûnera SES’ê ya Qoserê Fîdan Kuzu li ser pergala germbûn-sarkirin ya Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ku ji rojevê de nakeve axivî û da zanîn ku hevalên wê yên pirsgisrêkê tînin ziman cihê peywira wan tê guhertin û got: “Piştî vê ji Saglîk Senê îstîfa çêdibin. Ev ne tenê pirsgirêka SES’ê, ya hemû kesî ye. Ev pirsgirêkek tenduristiyê ya gel e.”
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Qoserê û Şaxa Mêrdînê der barê pisgirêka pergala germbûn-sarbûn a Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê mijar bir meclîsê û çalakî û daxuyanî pêk anîn. Piştî têkoşîna kedkarên tenduristiyê yên SES’ê her çiqas klîmayên nû anîn nexweşxanê  hejmar kê bû tenê li beşên lezgîn hatin bicihkirin. Rêveberiya nexweşxanê ku pirsgirêk çarser nekir, li xebatkarên ku mijar anîn rojevê lêpirsîn vekirin û cihê xebatan li nexweşxaneyê guhertin. Têkoşîna  SES’ê li dijî vê didome.
 
Nûnera SES’ê ya Qoserê Fîdan Kuzu der barê pirsgirêkên tên jiyîn de nêzîkatiya nexweşxanê nirxand.
 
‘Li holê pirsgirêkek cidî ya tenduristiyê ya gel heye’
 
Fîdanê daxuyakirin ku pisgirêka pergala germbûn-sarbûnê ya li nexweşxanê demek dirêje heye û pisgirêk di sala dawî de mezin bûye. Fîdanê wiha dirêjî dayê: “Di serdana nexweşaneyê d eme dît ku li pişt serê nexweşekî vantîlator heye. Nexweşx ji german bêzar dibin û piranî dermankirinê red dikin û diçûn malê. Di vî alî de doktoran jî nexweş derman nedikirin û diçûn malê. Gel bêzar bibû. Xebat ji german nikaribûn bixebitin. Li holê pisgirêkek cidî ya tenduristiyê ya gel heye. Nexweş medur in.”
 
'Yên pisgirêk anîn ziman cihê wan hat guhertin'
 
Fîdanê her wiha got çend hevalên wan yên SES’ê pirsgirêk anîne ziman, çend caran bi îdareyê re hevdîtin kirine û îdareyê aborî kiriye hincet û pirsgirêk çareser nekiriye. Fîdanê wiha domand: “Me li ser vê kampanya da destpêkirin. Me bi rayagiştî da bihistin. Piştî daxuyaniyan ji gel nerînên erênî hatin girtin. Ji ber gel her roj gazinc dikirin. Digotin naxwazin biçin nexweşxanê yên saxlem diçin jî nexweş dikevin. Zarok zêdetir bi bandor dibûn. Yên rewşa wan baş ji malê vantîlator dianîn.  Em çûn serdana nexweşxanê gel bêzar bibû. Digotin me ji vê xilas bikin. hewa pir germ bû. Hevalê me Adnan Iramk got ev pirsgirêkek tenduristiyê ya gel e û ji ber ev anî ziman cihê wî hat guhertin.”
 
‘Serokê Saglik-Senê nexweşxanê bi rêve dibe’
 
Fîdanê her wiha diyar kir ku di rêveberiya nexweşxaneyê de pirsgirêkên cidî hene û kesên vê tînin ziman peywira wan tê guhertin û got: “Başhekîm, Midûrê Xizmetên Tenduristiyê hebû lê pirsgirêk çareser nedikirin.Başhekîm ji ber pirsgirêk çareser nekir îstîfa kir. Niha serokê Saglik-Sendê Abdullah Saruhan nexweşanê bi rêve dibe. Kesekî ku hem serokê Saglik-Senê hem jî midûrê nexweşxanê be wê çawa kar bike. Hemû raye destê vî kesî dene. Li hemû hevalên me mobîng tê kirin.”
 
Fîdanê wiha dawî lê anî: “Li  ser xebatkaran zextên mezin hene. Rêveberî nikare destê yek kesî de be. Nexweşxane bi yek kesî nikare bê rêvebirin. Pirsgirêkên germbûn û sermayê heye. Ev pirsgirêk nehat çareserkirin. Havînê mirov ji german bêzar dibin. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Ev neyê çarserkirin wê nexweşî jî zêde bibin.”