
Li Mûşê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan hat vekirin
- 19:00 9 Gulan 2025
- Rojane
MÛŞ - Şardariya Muşê ya DEM Partiyê li Mûşê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir.
Şardariya Muşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan( DEM Partî) Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir. Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan, parlamentera Mûşê Sumeyye Boz, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyên wê tevli bûn. Her wiha gelek jin tevli bûn.
Sumeyye Boz di vekirinê de axivî û got bi salan eli Mûşê der barê jinan de xebatek nehatiye kirin û got bi rêveberiya nû re ji bo jinan dest bi xebatan hatiye kirin.
Tuba Sayilgan jî daxuyakirin ku cara ewil li Mûşê projeyek wisa pêk hatiye û got li ser daxwazan hatiye vekirin. Tuba Sayilgan got wê ji bo jinan xebatên wan bidomin.
Piştî vekirinê jin li navendê geriyan.