Rapora ‘Li Îranê Kuştina Jinên Kurd a Ji Aliyê Dewletê ve’

  • 21:29 25 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan, raporeke taybet a bi sernavê “Li Îranê Kuştina Jinên Kurd a Ji Aliyê Dewletê ve
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan, raporeke taybet a bi sernavê “Li Îranê Kuştina Jinên Kurd a Ji Aliyê Dewletê ve: Belgekirina bûyeran, analîzkirina şêweyan û lêkolîna li ser berpirsiyariyan; hevbirîna zayendî ya civakî, nasnameya neteweyî û zextê” weşand.
 
Di vê raporê de, bûyerên binpêkirina mafê bingehîn ê jiyanê yê jinên Kurd hatine belgekirin. Li gel kiryarên rasterast û bi mebest ên karmendên dewletê, sazî, polîtîka û mekanîzmayên ku di derketin an jî domandina tundiya kujer de roleke wan heye jî hatin analîzkirin.
 
Di raporê de cudahî ya di navbera têgehên “kuştina jinan a ji aliyê dewletê ve” û “Kuştina jinê bi sedema polîtîkayên dewletê” de hat kirin. Têgeha yekem rewşên ku dewlet, saziyên wî an jî hêzên girêdayî wî rasterast bi darvekirin, kevirbarankirin, înfazên bêdadgeh û tepisandina xwepêşandanan dibe sedema mirina jinan vedigre. Têgeha duyemîn jî qadeke firehtir vedigire û polîtîkayên cudakar ên zayendî, îhmalkirina saziyên dewletê û nebûna parastina bi bandor a jinan a li hemberî tundiya kujer jî di nav xwe de digre.
 
Şeş sernavên sereke hatin lêkolînkirin
 
Di raporê de şeş sernavên sereke hatine nirxandin: darvekirina jinên Kurd a bi tawanên siyasî û giştî, kevirbarankirin, înfazên bêdadgeh, mirinên di girtîgeh û navendên binçavkirinê de, kuştina jinan a di dema tepisandina xwepêşandanên kolanan de û windakirina jiyana jinan di êrîşên leşkerî yên derveyî sînor ên Îranê de yên ku li dijî navendên partiyên Kurd, kampên malbatan û penaberan a li Herêma Kurdistanê tên kirin.
 
Di vê lêkolînê de dosyeya Jîna Emînî wek yek ji mînakên girîng hat nirxandin. Her wiha di raporê de behsa jinên Kurd ên ku di xwepêşandanên Mijdara 2019’an, serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya sala 2022’an û xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatine kuştin jî hatiye kirin. Di lêkolînê de balkişandin ser têkiliya di navbera polîtîkayên zayendî ya civakî, kontrola dewletê ya li ser beden û cil û bergên jinan û binpêkirina mafê jiyanê de.
 
Kuştina jinan a di nav malbatê de jî di raporê de cih girt
 
Beşeke din a raporê, ji bo kuştina jinan di nava malbatê de hatiye veqetandin. Torê Mafên Mirovan a Kurdistanê, tekez kiriye ku berpirsiyariya dewletê ya parastina mafê jiyanê yê jinan tenê bi wan bûyeran sînordar nabe ku karmendên dewletê rasterast sûcê kuştinê dikin.
 
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku qanûnên cudakar, belavkirina gotinên li dijî jinan, teşwîqkirina têgehên wekî “namûs” û “şeref”, kêmasiyên mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê jî divê di çarçoveya berpirsiyariya avahîsazî ya dewletê de bên nirxandin.
 
Di vê lêkolînê de bi rêbaza hevbirîna nasnameyan, bandora hevdem a zayend, nasnameya neteweyî, rewşa siyasî û mercên civakî û aborî yên jinên Kurd a li ser tecrûbeya wan a tundiyê û binpêkirina mafê jiyanê hat vekolîn.
 
Bûyerên hatine belgekirin tenê beşek ji rastiyê nîşan didin
 
Torê Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku ev lêkolîn li ser bingeha dosyeyên ku di çavkaniyên mafên mirovan ên Kurd de, bi taybetî di daneyên vê torê de û çavkaniyên din ên berdest de hatine tomar kirin, hatiye amadekirin.
 
Torê, balkişand ser li ser sansor, sînordarkirina gihîştina belgeyan û zextên ewlehiyê yên li ser malbatên mexdûran û diyar kir ku bûyerên hatine belgekirin tenê rêjeyekî kêm a bûyeran nîşan dide û nikarin wêneyeke tevahî pêşkêş bikin.
 
Torê Mafên Mirovan a Kurdistanê, di dawiya raporê de banga berfirehkirina xebatên belgekirina serbixwe, lidarxistina lêkolînên berfirehtir û hesabpirsîna ji wan kesên ku di binpêkirina mafê jiyanê yê jinên Kurd de berpirsiyarin kir.